Li 3 bajaran çalakiya Xizmên Windayan 2026-05-09 15:01:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Colemêrg, Êlih û Îzmîrê di çalakiyên xwe de aqûbeta zarokên bi navê Zekî û Îlyas Dîrîl pirsîn, xwestin faîlên Sertîp Şen bên aşkerekirin.   Xizmên Windayan û endam û rêveberên Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Êlih, Colemêrg û Îzmîrê, çalakiya “Bila Winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kirin. Li her sê bajaran jî li aqûbeta windayan hate pirsîn û hate xwestin kujer bên girtin û cezakirin.   Colemêrg    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, faîl bên darizandin” ku di hefteya 226'an de ye, li Kolana Hunerê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Xizmên Windayan, parastvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Sertîp Şen ku di 2'yê gulana 2019'an de dema ku li gundê xwe Wargeniman pezê xwe diçerand, bi guleya ku ji qerekolê hatiye avêtin, jiyana xwe ji dest da hate pirsîn. Metna daxuyanî hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Ozan Akbaş xwend.   Ozan Akbaş diyar kir ku Sertip Şen, di 2'yê Gulana 2019'an de li zozanên gundê xwe Wargeniman dema ku pezê xwe diçerand, bi guleyên ku ji Alaya Piyade ya Er Osman Kurtkaya hatin teqandin, giran birîndar bû. Ozan Akbaş anî ziman ku Sertip Şen ê ku demeke dirêj li cihê bûyerê bê tevger ma, ji aliyê kurê xwe Lutfî Şen ve hat dîtin û got: “Piştî ku gundî bi bûyerê hesiyan, ambulans hat xwestin. Lê belê, çûyîna ambulansê ya ber bi cihê bûyerê ve ji aliyê jandarmeyan ve hat astengkirin. Sertip Şen ê ku piştî hevdîtinên bi saetan karîbûn wî bixin ambulansê û sewqî nexweşxaneyê bikin, tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.”   Bi domdarî Ozan Akbaş destnîşan kir ku têkildarî bûyerê, di encama lêpirsîna ku ji aliyê Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Navendî ve bi rengekî li dijî hiqûqê û alîgir hat meşandin de, gumanbar Çawîşê Pispor Murat Toprak hat binçavkirin û got: “Murat Toprak di îfadeya xwe ya yekem de diyar kir ku ji ber ku herêma navborî herêmeke ‘piştgirê terorê’ ye ew hatine hişyarkirin û agahiya ku li Herêma Usê ya Zirvînê teqînek çêbûye gihîştiye wî. Toprak got ku li ser vê yekê wan dest bi xebatên keşfê kirine, di encama keşfê de rastî tu liv û tevgerê nehatine û piştre bi tivinga piyade ya HK33 a aîdî Hudaverdi Aslan ê di bin fermana wî de ye, guleyek bera daye. Toprak îfade kir ku ji ber ku ew der herêmeke ‘piştgirê terorê’ ye, wî ev yek ji bo tedbîrê kiriye.”   Ozan Akbaş da zanîn ku di encama darizandinê de, cezayekî mîna xelatê yê 1 sal û 8 mehî dan Çawîşê Pispor Murat Toprak û wiha dawî kir: “Ev hedefgirtina bizanebûn pêk hatiye û encamên wê, di hişê gelê me de asta ku normên hiqûq û edaletê gihîştiyê radixe ber çavan û baweriya bi hiqûqê birîndar dike. Sertip Şen, ji aliyê personelên leşkerî ve bi armancgirtinê hat qetilkirin û malbata wî hatiye mexdûrkirin. Divê berpirsiyar di zûtirîn dem de bi lêpirsîneke adil û bibandor ji nû ve werin darizandin û cezayên ku heq dikin bistînin. Bêyî ku li nasnameya kiryaran were nêrîn, divê darizandineke adil were meşandin. Em ê bibin dengê bav Cimşît Şen ê ku li dijî pergala edaletê serî hildaye û dibêje ‘Li Colemêrgê şivanek hatiye kuştin, ma xema kê ye?’”   Êlih    Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 736'emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li aqûbeta Îlyas Dîrîl ê 12 salî û pismamê wî Zekî Dîrîlê 16 salî ku di sala 1990'î de koçî Stenbolê kiribûn û di 2'yê Gulana 1994'an de dema dihatin gundê xwe Mehrê yê navçeya Elkê ya Şirnexê li qereqola bajarokê Dêrahînê ya navçeya Qilebanê hatin binçavkirin û pişt re agahî jê nehate wergirtin pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHD'ê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatine kuştin û windakirin hildan. Hevseroka ÎHD'ê Melek Atalay çîroka Îlyas Dîrîl û Zekî Dîrîl xwend. Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   Îzmîr    Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, çalakiya rûniştinê ya ku ji bo bîranîna kesên di binçavan de hatine windakirin ku du hefteyan carekê li dar dixe, li ber Sumerbanka Kevn a Konakê berdewam kir. Di daxuyaniyê de pankartên “Winda diyar in, faîl li ku derê ne?” û “Winda wijdana te ne, xwedî li wijdana xwe derkeve” hatin vekirin. Rêvebera Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Nazli Tûran metna daxuyaniyê xwendin.   Nazli Tûran diyar kir ku ew ji bo qebûlkirina sûcê windakirina di binçavan de, eşkerekirina rastiyê û edaletê li qadê ne û diyar kir ku dewlet mecbûr e ku bi sûcên kiryarên nediyar re hevrû bibe, aqûbeta kesên hatine windakirin diyar bike û sûcdaran darizîne. Nazli Tûran bal kişan ser biryara “demboriyê” ya 1emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind derbarê “Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê” daye û wiha got: “Bêyî ku bi sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin re hevrû bimînin û edalet were pêkanîn, Tirkiye nikare demokratîk bibe. Ev doz 31 sal berê bû, ji ber ku hiqûq nehatibû xebitandin, dosyaya wê ketibû bin demê. Ev doz weke Doza Kerboranê ya JÎTEMê tê naskirin e. Di 29 Cotmehê- 8'ê Mijdara 1995'an de, li Kerboranê, leşker û cerdevanan bi ser gelek malan de girtin. Di van serdegirtinan de gelek kes, di nav de 4 zarok, 2 xwendekarên lîseyê û 2 jin hatin binçavkirin. Yên binçavkirî birin Tabûra Jandarmeyê ya Dargeçîtê. Hin ji wan piştî demekê hatin berdan. Lê belê ji kespn bi navê Davut Altunkaynak ê 12 salî Seyhan Doğan ê 13 salî, Nedim Akyon 16 salî, Mehmet Emîn Aslan ê 19 salî, Abdurrahman Olcay 20 salî, Abdurrahman Coşkun ê 21 salî û Suleyman Seyhan ê 51 salî êdî t agahî nehat girtin.”   Nazli Tûran diyar kir ku “Di doza ku li Dadgeha Giran a 1’emîn a Amedê hate dîtin, hemû hûrgilî li ser awayê windakirin û kesên ku winda kirine ketine tomara dadgehê. Di dosyayê de gelek şahidên hevbeş û delîl hebûn ku berpirsiyariya tawanbaran nîşan didin. Tevî van hemûyan, dadgehê di 4ê Tîrmeha 2022yan de biryara beraeta 18 sûcdaran bi hinceta ‘delîlên şênber, teqez û razîker nehatine bidestxistin’ da. Daxwaza temyîzê ya li dijî vê biryarê li Dadgeha Herêmî ya Dîlokê di 7ê Gulan 2024an de hate redkirin. Di 11ê Adarê 2026an de, Dadgeha Bilind, ji bo dosyaya 30 salên wê di 8ê Adarê de temam bûbû, biryara demê da. Careke din jî sûcekî li dijî mirovahiyê bi bêcezatiyê encam bû.”   Nazli Tûranê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo sûcên ku nehatine çareserkirin, windakirinên bi zorê, îşkence û muameleya xerab ji bo zelalkirina bûyeran û pêkanîna aştiya civakî asteng e. Em di vê mijarê de israr dikin: Tirkiye bêyî ku bi sûcên li dijî mirovahiyê yên berê re hevrû nebe û edalet pêk neyê nikare bibe demokrat. Qanûna sînordarkirinê nikare wekî amûrek ji bo veşartina sûc were bikar anîn. Em ê dev ji daxwaza edaletê bernedin û bibîr bînin ku divê dewlet di çarçoveya normên hiqûqî yên gerdûnî de tevbigere. Divê kesên winda bên dîtin, divê fail bên darizandin”