Şahida Qirkirina Dêrsimê Hanîfe Guleç koça dawî kir 2026-05-10 13:15:27   DÊRSIM - Şahida Qirkirina Dêrsimê Haîfe Guleçê jiyana xwe ji dest da.    Yek ji şahidên Qirkirina Dêrsimê (1937-1938) û bîra wê serdemê Hanîfe Guleç (Anê Xatûn) a 98 salî jiyana xwe ji dest da. Hanîfe Guleç ku di heman demê de dayika endamê Lijneya Weşanê ya PÎRHA’yê Velî Haydar Guleç e, li ser wesiyeta wê dê sibe li Pulurê were definkirin.    Hanîfe Guleç di Qirkirina Dêrsimê de bavê xwe, xwişk-birayên xwe û hemû cîranên xwe winda kir. Piştî qirkirinê bi 10 salan li gundê Sînosê yê Urgup a Nevşehîrê sirgun ma û malbata wê piştî 10 salan vegeriya Dêrsimê. Hanîfe Guleç, keça xwe ya 13 salî ji ber nexweşiyekê winda kir. Kurê wê Hasan Guleç ê tev li refên Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd bû, di sala 1994’an de jiyana xwe ji dest da. Di sala 1994’an di dema şewitandina gundan de her tiştên di destê xwe de bi gundiyan re parve kir.