ROJEVA 11'YÊ GULANA 2026'AN 2026-05-11 09:00:00   *15'ê Gulanê  ji bo gelê Kurd, ne tenê salê rojekê pîrozkirina ziman e, di heman demê de wateya vê rojê bîra ziman, nasname, çand û xwebûn e. JI PÊNÛSA JINAN    *Hevseroka desteya perwerdê Semîra Hec Elî, diyar kir ku di destûra nû ya Sûriyeyê de fermî qebûlkirina zimanê Kurdî ji bo wan jêneger e û got:" Xeteriyek mezin li ser zimanê Kurdî heye, divê gelê Kurd ji bo fermîbûna zimanê Kurdî têkoşînek mezin bide meşandin."  DÎMEN HEYE    *Jinên Amedî ku têkildarî pêvajoyê axivîn azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin û bangawazî li desthilatdariyê kirin ku gavên pêwîst bavêjin. Jinan her wiha gotin barê aştiyê bi taybetî li ser milên jinan e. DÎMEN HEYE   *Ji rêveberiya Hîlala Zêrîn a bajarê Qamişloyê, Rûken Mihemed anî ziman ku xebatên çandê li ser mîrateya Hozan Mîzgîn tê meşandin û got:" Ji bo xwedîderketina li mîrateya Şehîd Mîzgîn xebatên me yên hûnerî, bi parastina çanda resen a kurdayetiyê tên meşandin." DÎMEN HEYE   *Li navçeya Sêwreg a Rihayê Hemama Abdal Aga ji ber bê eleqebûnê veguheriye qada sergo. DÎMEN HEYE   *Piştî baran û berfa zêde ya îsal li gundê Fitnê yê Dêrika Çiyayê Mazî bi ahengeke ji dil difire çem û kulîlkên gundê Fitnê dilê mirovan geş dikin. Bêhna kulîlkan, dengê çem aramiyê di dil de diafirîne.  JIN GALERÎ   *Ardil Çeşme ku piştî girtina 32 salan şûnde hat tahliyekirin diyar kir ku zindan eynika derve ye û polîtîkayên zextê û kevneşopiya berxwedanê ya li girtîgehan vegot.  DÎMEN HEYE