‘Pêwîst e mafên jinan bikevin bin ewlehiya destura bingehîn’ 2026-05-12 20:41:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Di panela ku Meclisa Jinan a Yekitiya Parêzerên Kurd li Qamişloyê organîze kiriye de beşdaran bal kişand ser pêwîstiya garantîkirina mafên jinan di destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de, beşdarbûna wan a siyasî, civakî û çandî û parastina wan ji tevahî cureyên cudakarî û tundiyê.   Meclisa Jinan a Yekitiya Parêzerên Kurd bi sernavê "Bi hev re ji bo misogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyeyê de" li bajarê Qamişloyê panelek li dar xist. Di panelê de parêzerên jin û mêr, nûnerên ji tevger û rêxistinên jinan li herêmê amade bûn, rewşa jinan û rêbazên parastina mafên wan di destûra Sûriyeyê de nîqaş kirin.   Panel ji 2 mijarên sereke pêk hat, li ser rewşa jinan, mafên qanûnî û destûrî hat nîqaşkirin. Di mijara yekem de, seroka Komeleya Gava (Xitwa) Jinan, parêzer Şukriye Yûsif hevrûkirinek di navbera destûrên Sûriyeyê yên ji sala 1920ˊan heta 2025ˊan ên li pey hev de pêşkêş kir û behsa bend û qanûnên ku mafên jinan destnîşan dikirin kirin. Şukriye bal kişand ser çawa ew qanûn paşê ji bo serdestiya zihniyeta mêran paşve çûn, çi di nav malbatê de be çi di saziyên dewletê de be, tevî hebûna qanûnên ku piştgiriyê didin azadiyên takekesî û civakî.   Di mijara duyem de, nûnera Meclisa Jinan a Cizîrê parêzer Roja Xelef li ser peymanên navneteweyî yên taybet bi jinan ku Sûriyeyê jî tevli bûye axivî.   ‘Peyman mafê jinan esas digire’   Roja Xelaf bal kişand ser Peymana CEDAWˊê ya li ser tunekirina hemû cureyên cudakariya li dijî jinan, ku di sala 1997ˊan de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin û di sala 2003’an de Sûrîye jî tevli wê bûye. Roja Xelef diyar kir ku peyman beşdarbûna jinan di warên cûrbicûr ên jiyana siyasî, aborî û civakî de misoger dike û tedbîrên pêwîst ji bo parastina wan digire.   Roja Xelef anî ziman ku Sûriye li ser hejmarek ji bendên peymanê, bi taybetî yên têkildarî rewşa kesane û neteweyê, bi hinceta ku ew bi qanûna îslamî ve girêdayî ne, gumanên xwe nîşan dane. Ev yek pirsê derdixe holê ku ev rezervasyon heta çi radeyê dikarin parastina rastîn a qanûnî û destûrî ya jinan misoger bikin.   ‘Wê xebat û têkoşîn bidome’   Di mijara sêyem de, parêzer Zîva Îsa ya ji Nivîsgeha Jinan a Hesekê ya girêdayî Yekitiya Parêzeran bal kişand ser mafên divê di destûra Sûriyeyê de ji bo parastina jinan werin garantîrkirin.   Piştî mijar bi dawî bûn, beşdaran bal kişand ser pêwîstiya beşdariya rasterast a jinan di nivîsandina destûrê de, ji nû ve nirxandina hin qanûnên rewşa kesane yên ku jinan bi têra xwe naparêzin û pêwîstiya xurtkirina rola wan a siyasî û îdarî.   Di nîqaşan de her wiha girîngiya parastina destkeftiyên ku ji hêla jinan û şoreşê ve hatine bidestxistin û pêwîstiya tevlîkirina YPJˊê di nav Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de hate destnîşankirin.   Di dawiya panelê de hat gotin ku wê xebat û têkoşîna ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk ku mafên tevahî pêkhateyan biparêze di serî de jî mafên jinan dewam bike.