Jin li Dêrsîmê hatin gel hev, soza têkoşînê dubare kirin 2026-06-10 09:07:02   Rozerin Gultekîn   DÊRSİM - Endamên însiyatîfê der barê hevdîtina ku Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye li Dêrsîmê pêk anîn de axivîn û gotin: “Pirsa ‘Çi bi Gulîstan Doku hat’ hîna nehatiye bersivandin. Peywira me hemûya ye em bibin dengê jin û xwendekarên Dêrsîmê. Têkoşîna me wê bidome.”   Ji Amed, Stenbol, Eneqere, Eskîşehîr, Êlih û gelek bajarên din endamên Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min Bi Aştiyê heye, bi dirûşmeya ‘Em ji bo edalet ji bo Gulîstan, Rojwelat, Rojîn û jinên hatine windakirin li Dêrsîmê ne’ li Dêrsîmê hatin gel hev.  Li kafeyeke li bajar bi tevlibûna gelek jinan hevdîtin pêk hat. Endamên însiyatîfê yên tevli bernameyê bûn der barê mijarê de axivîn.   ‘Çi bi Gulîstan Doku hat?’   Sebahat Tuncel da zanîn ku bersiva pirsa ‘Çi bi Gulîstan Doku hat’ nehatiye bersivandin û got di qetilkirina Gulîstan Doku de xerabiya rêxistinkirî ya ku saziyên dewletê jî tê de ye di raya giştî de hatiye dîtin û  wiha pê de çû: “6 sal in malbat, jin û hevalên Gulîstan Doku aqûbeta wê dipirsin. Di encama vê têkoşînê de rastiyek derket holê. Hevkariyeke sûc ya walî, emniyet, zanîngeh, nexweşxane tê de ye derket holê.”   Jin û ciwanan tiştên jiya vegotin   Sebahat Tuncel der barê naveroka hevdîtinê de axivî û wiha pê de çû: “Me ciwanên Dêrsîmê, Platforma Jinan a Dêrsîmê û Dêrsîmî guhdar kirin û me çareseriyek hevpar ku dikare çawa pêş bikeve nîqaş kir. Pirsgirêk ne tenê ya Dêrsîmê ye, ya platformê û malbata Gulîstan Doku ye. Ya hemû jinan e. Me li ser vê nîqaş meşandin. Me li ser tiştên ku jinên kurd, ciwanên Kurd, dijîn nîqaş meşandin. Li Dêrsîmê 9 hezar xwendekar hene lê 10 hezar jî peywirdarên ewlehiyê hene. Ev yên fermî yên unîformayî ne.”   ‘Divê dewlet  ciwanan biparêze’   Sebahat Tuncel destnîşan kir ku bi polîtîkayên pêk tên dixwazin têkiliya xwendekarên ji bajarên cuda yên Kurdistanê hatine Dêrsîmê bi gelê Dêrsîmê re têkiliyên xurt ava nekin û wiha domand: “Dewleta ku divê ewlehiya ciwanan bigire, ewlehiya ciwanan tehdîd dike û bûye kirdeya ku mafê jiyana ciwanan ji dest digire.  Ji ber vê jî divê li dijî vê têkoşîn bê dayîn. Divê zemîna têkoşîna hevpar bê avakirin. Li dijî van pêkanînan têkoşîneke yekbûyî bê meşandin.”   Hevdîtin wê li bajarên din jî bidome   Zeynep  Nîlgun Salmaner jî daxuyakirin ku wek înstiyatîf ji bo ku jin di pêvajoya aştiyê de wek kirde cih bigirin têkoşînê dimeşînin û ev tişt anî ziman: “Yek ji gavên aştiyê ya divê bê avêtin aşkerakirina gumanbarên ku jinan qetil dike ye. Qirkirinên jinan ne nû ne. Ji salên 90’î de polîtîkayek şerê taybet tê meşandin û jin bi awayên cuda jiyana xwe ji dest didin û wek întîxar nîşan didin. Di şexsê Gulîstanê de Dêrsîm jî di vê mijarê de sembol e. Rêwitiya me bi Dêrsîmê destpê kir lê em dixwazin li êlih, Wan û bajarên din jî bi jinan re bên gel hev. Hevdîtinên me wê li bajarên din jî bidome. Têkoşîna me ya ji bo parastina aştiyê wê bidome û em ê vê têkoşînê bi hev re bidin.”