Li Kobanê bi dirûşmeya 'Em Hemû YPJ ne' konserek hat lidarxistin 2026-06-11 15:14:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Hîlala Zêrîn û Tev-Çand ji bo piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re konserek birêxistin kir. Di Konserê de YPJ’ê teqez kir ku hebûna wan garantiya parastina gel û jinan e.   Tevgera Hîlala Zêrîn ji bo piştgiriya bi YPJ’ê re û diyarkirina helwesta xwe li dijî neqebûlkirina hêza wê di nava Sûriyê de, dest bi hemleyeke piştevaniya ya bi sernavê “Em hemû YPJ’ê ne YPJ’e hebûna me ye” kir.   Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê di bin sîwana heman hemleyê de, navenda Hîlala Zêrîn û Tev-Çand ê li hola navenda Çand û Hûnera Baqî Xido konserek hunerî birêxistin kir. Di konserê de bi sedan jin û şêniyên Kobanê, sazî û rêxistinên civakî, sivîl û jin, di heman demê de fermandar û şervanên YPJ’ê amede bûn.   Di konserê de hunermed Silava Bozo, Henîf Osman, Evîn Berewad, Xelîl Can, Şêrîn Ararat û koma govendê a şehîd Şîlan hunera xwe li dikê pêşkêş kirin.   ‘Hêza herê mezin gelê me bi xwe ye’   Endama Fermandariya YPJ’ê Dilbirîn Kobanê ku peyama hêza xwe di konserê de parve kir, wiha got: “Sekna gelê xwe yê rûmet silav dikin soz didin emê parastina wan bikin. Me gelek bedel dan. Gelek hevalên meyên leheng şehîd ketin. Emê layiqî rondikên dayîkên xwe derbikevin. Ji xwe mafê kesî tune bêje YPJ’e ne rewa ye, heger gelme hêzeke rewa dibîne û dipejirîne wekî din tu kes ne xema me ye. Emê jî pişta gelê xwe rast bikin û baweriya wan bigihînin serkeftinê. Dema dayîk destê keçên xwe digrin û didin YPJ’e ev tê wateya ku ew dixwezin rehet jiyan bikin, ev ji bo me hêza herî mezin a  rûmetê ye.”   ‘Em hêza parastina civaka xwe ne’   Dilbirîn Kobanê di nava gotinên xwe de destnîşan kir ku parastina gel û xaka xwe mafê herê rewa yê her kesê ye. Dilbirîn gotinên xwe wiha domand: “ YPJ li hember ew çeteyên dirinde, hov û dijminê mirovahiyê ye şerê rûmetê meşand. Bu xwedî nasnameyek ya hêz û îradeya jinan. YPJ ferast û hişmendî guhert lewra em dibînin li Sûriyê hewildan heye hişmendiyeke hişk ava bikin û beşên bi bandor tune bikin. Ji bo parastina nirx, nasname û gelê xwe em ji her bedelê re amade ne. Em hêza garantor a parastina vê civakê ye. Em ne tenê hêzeke leşkerî ne em hêzeke bîrdozî ne û pêşengiya demokrasî, azadî û wekheviyê dikin Ji lewra emê ji artêşê dûr nekevin. Em ji hêz û zanebûna xwe bawer in.”    Konser bi berzkirina derûşmeyên ku piştgiriya hêza YPJ’ê dike, bi dawî bû.