Şaredariya Erxeniyê bi navê Gulîstan Dokû parkek vekir 2026-06-11 15:57:57   AMED - Şaredariya Erxeniyê parka ku bi navê Gulîstan Dokû ya li Taxa Baglarê ya navçeyê çêkir, bi merasîmekê vekir.   Şaredariya Erxeniyê ya Amedê parka ku li Taxa Baglarê ya navçeyê bi navê Gulistan Dokû çêkir, bi merasîmekê vekir. Hevşaredarên Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar û Şiyar Guldîken, endamên meclisa şaredariyê, malbata Gulîstan Dokû û gelek welatî beşdarî merasîma vekirinê bûn.   Hevşaredar Bîrsen Azak Bayar ku di vekirinê de axivî, xwest aqûbeta Gulîstan Dokû bê zelalkirin û wiha got: “Em vê parkê ji bo bîranîna hemû jinên ku jiyana xwe ji dest dane û ji bo piştgiriya têkoşîna jinan vedikin.”   Piştî axaftinan, qurdeleya vekirinê hate birîn û pişt re beşdar li parkê geriyan.