Rêveberê Mûzîkê yê Îranê li dijî cezayê Hîva Seyfîzade derket 2026-08-20 14:40:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser cezayê 4 salan ê girtîgehê yê li ser stranbêj Hîva Seyfîzade hatiye birîn, Rêveberê Mûzîkê yê Îranê Hemîdreza Nûrbexş bertek nîşan da û xwest ku rola jinan di hunerê de neyê paşguhkirin.   Rêveberê Giştî yê Navenda Mûzîkê ya Îranê Hemîdreza Nûrbexş, li ser biryara 4 salên girtîgehê ya ku ji bo hunermend û stranbêja mûzîka gelêrî Hîva Seyfîzade hatiye dayîn, bertek nîşan da. Hemîdreza di daxuyaniyekê ku da ajansên nûçeyan ên nava welat de, rexne li vê biryarê girt û tekez kir ku divê rola jinan û kapasîteya wan di warê mûzîkê de neyê paşguhkirin.   ‘Mûzîka kevneşopî hate cezakirin’   Hemîdreza Nûrbexş derbarê naveroka mûzîka ku ji hêla Hîva Seyfîzade ve hatiye pêşkêşkirin de diyar kir ku bername ji mûzîka Îranî û kevneşopî pêk tê. Her wiha destnîşan kir ku ew li dadgehê amade bûye û parastina bersûcan kiriye. Derbarê tohmetên "gendeliyê û fihûşê" û "avakirina navendeke gendeliyê" de, Rêveberê Giştî yê Navenda Mûzîkê got ku bingeha van tohmetan ji bo wî ne diyar e. Wî her wiha behsa performansên mûzîkê yên li kafeyan kir û diyar kir ku ne hewce ye ev cih wekî navendên gendeliyê werin hesibandin, ji ber ku ciwan li wir tenê beşdarî çalakiyên çandî dibin.   Pirsên li ser bêbingehiya cezayan   Derbarê rawestandina performansa Hîva Seyfîzade de, Hemîdreza wiha got: “Mixabin, wê nekarî performansê bike, lê dîsa jî hate mehkûmkirin. Dema ku performans pêk nehat, li ser çi bingehê sûcdar kirin û ceza hatin dayîn?   Di beşeke din a axaftina xwe de, Hemîdreza Nûrbexş doza Hîva Seyfîzade wekî beşek ji nîqaşeke berfirehtir a çalakiyên jinan a di warê stranbêjiyê de nirxand. Hemîdreza diyar kir ku ev mijar pêdivî bi danîna pîvanên zelal heye.   Li dijî cudakariya di navbera dengê jin û mêran de   Derbarê nîqaşên yasayî yên li dor dengê jinan de, wî diyar kir ku li gorî qanûnan tu bendeke eşkere tune ku stranbêjiyê li jinan qedexe bike û divê pîvan tenê ew be ku mûzîk gendel e an na. Rêveberê Giştî yê Navenda Mûzîkê her wiha behsa weşandina berhemên stranbêjên jin ên biyanî ya ji hêla hin rayedaran ve kir,. Hemîdreza bi taybetî weşandina vîdyoyeke performansa Juliya Botros a ji hêla Ezetila Zargamî ve bi bîr xist û pirsî:“Ger berhemeke mûzîkê ji hêla naverok û çarçoveya hunerî ve norm be, çi cûdahî di navbera dengên mêr û jinan de heye?"   Hîva Seyfîzade: Min tenê çend rêz helbest gotin   Piştî çend mehan bêdengiyê, stranbêja mûzîka gelêrî Hîva Seyfîzade ragihand ku bi tohmeta "teşwîqkirina gendelî û fihûşê" 4 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Hîva diyar kir ku wê tenê çend deqeyan performans kiriye, çend rêz ji helbestên Saadî bi şêwaza straneke îranî gotiye û li ser bingeha van tohmetan, daxwaza zelalkirinê kir.