Kesên ku di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dê li Amed werin bîranîn 2026-08-20 20:56:13 AMED - Li Amed, ji bo kesên ku di demên cuda û li deverên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, merasîmên sersaxiyê werin lidarxistin.   Merasîmên sersaxiyê dê li navçeyên Rezan , Farqîn, Bismil û Xana Axpar ên Amed, ji bo bîranîna kesên ku di demên cuda û li deverên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dê li 6 cihan werin lidarxistin. Piştî merasîmên sersaxiyê yên 3 rojan, dê bîranînek were lidarxistin.   Sê Rojên Sersaxiyê   Civînên sersaxiyê, ku bi pēşengtiya MEBYA-DER de têne organîzekirin, dê di saet 8:00ê sibê de dest pê bikin.   Di vê çarçoveyê de, sersaxî dê li Parka Koşuyolu ya li navçeya Rezan a navenda bajarê Amed werin qebûlkirin. Di roja sêyemîn a sersaxiyê de çalakiyek bîranînê dê were lidarxistin.   Her wiha li taxên gundewarî yên Kabaxidir û Arvali yên Rezan, Kizlal a Farqînê, Pornag a li Xana Axparê û Hola ya Bismilê dê civînên sersaxiyê werin lidarxistin. Ev civîn jî dê di saet 8:00ê sibê de dest pê bikin û sê rojan bidomin.