Li Şengalê dest bi vekirina gorên qurbaniyê fermanên tê kirin 2026-08-21 19:08:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî bendewariya 11 salan, li Şengalê gava yekem a ji bo naskirina nasnameya wan şehîdan hat avêtin ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK ve bi awayekî neqanûnî û bêyî derbasbûna karên hiqûqî hatibûn derxistin.   Di sala 2015’an de, piştî ku Şengal ji bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, li nêzî bajarokê Xanesorê goreke komî ya ku cenazeyên 62 qurbaniyên fermanê di nav de bûn hatibû dîtin. Wê demê berpirsên Hikumeta Herêmê bêyî ku testên DNA’yê bikin an jî nasnameya qurbaniyan zelal bikin, ev cenaze bi awayekî propagandayî anîn û li nêzî Mazarê Şerafedîn veşartin.   Ev nêzîkatî bîranîn û hestên malbatên qurbaniyan birîndar kir, ji ber ku ew bi salan ketin nav hewldanan ku nasnameya ezîzên xwe tam fêr bibin û wan li gorî rêûresmên Êzidiyatiyê bispêrin xakê.   Îro Saziya Tiba Edlî ya Bexdayê û Desteya Gorên Komî yên Iraqê gava fermî ya yekem avêtin. Lijneya taybet li ber Mazarê Şerafedîn amade bû, tomarên malbatên qurbaniyan çêkirin û tê payîn ku di rojên pêş de bi merasîmeke fermî dest bi vekirina van goran bête kirin. Her wiha cenaze ji bo nasnamekirinê ji bo Navenda Tiba Edlî ya li Bexdayê werin şandin û piştre ji malbatên wan re werin radestkirin.