TJA: Em ê vîna, wan di rêya azadiyê de derxistiye holê zindî bihêlin 2026-08-23 12:45:06   AMED - TJA'yê derbarê kesên ku di Têkoşîna Azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane de wiha got:"Em ê vîna ku wan di rêya azadî, rûmet û rastiyê de derxistiye holê zindî bihêlin û têkoşîna wan bigihêjînin pêşerojeke azad."   Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê kesên ku di Têkoşîna Azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek weşand.   Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Di têkoşîna gelê kurd de, vegotin, bîranîn û veguhastina bîranîna şehîdên me yên ku li dijî êşên herî giran li berxwe dane, êşên hevpar ên gelên me hildane ser milên xwe, di rêya lêgerîna heqîqet û azadiyê de têkoşîna herî dijwar dane û di rêya azadiyê de ji me re bûne ronahî, ji bo nifşên paşerojê yek ji erkên herî watedar û giran ên berpirsiyariya me ya şoreşgerî ye.   Ne hêsan e ku mirov nirxên herî bilind ên jiyanê di nav hevokan û gotinan de bîne ziman. Her peyva ku hewl dide wan bide nasîn, bêguman bi aliyekî xwe ve kêm dimîne. Ji ber ku li hemberî fedakarî û dilsoziyeke wiha de dibe ku hêza peyv, qelem û vegotinê kêm bimîne. Têgihîştina rastiyê, ku yek ji lêgerînên herî mezin ên mirovahiyê ye û jiyana ji bo wê, yek ji têkoşînên herî dijwar e.   Dîroka partî û têkoşîna me bi berxwedan, fedakarî û şehadetên mezin ku vîn, hebûn û azadiya gel û neteweyekê mezin dikin re hatî hûnandin. Gotina 'Jiyana rast, şehîd bixwe ne' ew pîvan û rastiya jiyanê ya ku ji me re hiştine tîne ziman.   Îro dema ku em hemû dijwarî û astengiyên li pêşiya xwe derbas dikin, em ji hêz û mîrasa têkoşînê ya ku şehîdên me ji me re hiştine sûdê werdigirin. Hişmendî û bîra wan a zelal, berxwedana wan a giyanî, mezinahî, kûrahiya hest û ramanên wan, biryardarî û zelalbûna wan a di pratîkê de nirxên bingehîn in ku rê nîşanî me didin. Hêvî û hewldana ku wan hiştiye, yek ji çavkaniyên herî girîng e ku têkoşîna me mezin dike.   Ew kesên ku jiyana xwe diyarî têkoşînê kirine, ne tenê jiyana xwe; bawerî, hêvî û hesreta xwe ya azadiyê jî danîne holê. Ji ber vê yekê jiyana wan bi wateyên herî bilind re bûne yek. Erka ku dikeve ser milê me ew e ku em li ser nirxên ku wan hiştine dilsoz bimînin, wateyeke rast biden têkoşîna wan û bibin peyvdarên herî bi hêz yên ku rastiya wan ji bo nifşên pêşerojê bigirin ser milê xwe.   Şehîdên me ne tenê kesên ku di têkoşîneke paşerojê de jiyane. Di jiyana wan de vîna azadî û serkeftina gelê me şênber bûye. Di serdemên herî giran de, di şert û mercên ku xiyanet û înkar kûr dibû de jî li ba rastiyê rawestiyan; dema ku hewce dikir bi tenê man û rastiyên ku dizaniyan parastin. Bi vî aliyê xwe ve ew ne tenê bi jiyana xwe ya kesane, di heman demê de bi nirxên ku temsîl dikin re parçeyek ji bîra hevpar û têkoşîna gelê me ne.   Dema ku em şehîdên xwe vedibêjin em dizanin ku peyv û hêza me çiqas kêm dimîne. Lê belê ji bo zindîhiştina bîranîna wan, têgihîştina têkoşîna wan û veguhastina mîrasa wan a pêşerojê yek ji berpirsiyariya me ya herî bingehîn e. Em ê vîna ku wan di rêya azadî, rûmet û rastiyê de derxistiye holê zindî bihêlin û têkoşîna wan bigihêjînin pêşerojeke azad.   Di vê têkoşîna watedar de em hemû şehîdên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin; di serî de ji bo Rêber Apo, malbatên me yên welatparêz û xizmên wan, ji hemû gelê kurd ê ku êşên wan parve dikin re serxweşiyê dixwazin."