Li Ewropayê ji bo têkoşerên azadiyê bernameya bibîranînê 2026-08-23 22:13:05   NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarên Lenzburg û Bernê yên Swîsreyê ji bo cangoriyên azadiyê bernameya bibîranînê hat lidarxistin.   Li bajarên Lenzburg û Bern ên Swîsreyê, ji bo gerîlayên HPG û YJA Starê yên ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd ve hate ragihandin ku di dîrok û herêmên cuda de şehîd bûne, çalakiyên bîranînê hatin li dar xistin. Ji bîranînên ku bi pêşengtiya Komeleya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAV) hat pêkanîn re gelek malbatên şehîdan û nûnerên rêxistinên cûda beşdar bûn.   Lezburn   Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (Mala Kurda) a li bajarê Lenzburgê ya girêdayî Kantona Aargau, ji aliyê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW), Meclîsa Gel a Mehmet Tunç û Meclîsa Jinan a Rojbîn ve di şexsê Jînda Şerker (Bêrîvan Meryem Uzkaş) de ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, çalakiya bîranînê hate li dar xistin. Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Destpêkê çalakvana Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) Rûken Demîr  axivî. Rûken Demîr, diyar kir ew kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêz û minetdarî bi bîr tînin û got: "Ger em îro heta vê derê hatî bin, ev yek bi saya şehîdên me ye. Şehîdên me rûmeta me ne."   Berdevka KOMAW’ê Berîvan Kit jî li ser navê malbatên şehîdan axivî û got ku ew ê xwedî têkoşîna kesên ku jiyana xwe ji dest dane derbikevin. Bêrîvan Kit, wiha got: "Em ê ji bo ku hêjayî wan bibin, têkoşîna wan bidomînin.”   Siyasetmedarê Kurd Adil Botan, diyar kir ku divê mîrateya têkoşîna şehîdan were parastin û got: "Divê hemû kes şehîdên xwe wekî rêberên xwe bibîne û xwedî li pêvajoya nû derdikevin.”   Di bîranînê de li ser navê malbata Jînda Şerger Îdrîs Uzkaş axivî û diyar kir ku şehîd ne tenê şehîdên malbatên xwe ne, di heman demê de şehîdên gelê Kurd in. Uzkaş, axaftina xwe wiha domand: “Em bi şehîdên xwe serbilind in. Bi wan re serê me hertim bilind e. Divê her yek ji me ji xwe bipirse; Gelo ew çima û ji bo kê li ber xwe dan? Domandina têkoşîna wan, erka me ya herî mezin e.   Uzkaş, bîranînek xwe ya bi xwişka xwe Jînda Şerger re parve kir û got ku xwişka wî Jînda Şerger jê re wiha gotiye: "Ez ji bo ku gelê me serê xwe bilind bigre, ketim vê rêyê. Ez ê tu carî gav paşve neavêjim.”   Piştî axaftinan, wesîqaya şehadeta Jînda Şerger ji aliyê Hevberdevka KOMAW’ê Berîvan Kit ve pêşkêşî birayê wê Îdrîs Uzkaş hate kirin.   Bîranîna ku gelek caran dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berz kirin, bi pêşkêşkirina sînevizyonekî bi dawî bû.   Bern   Li paytexta Swîsreyê Bernê jî, bi pêşengtiya KOMAW’ê ji bo gerîlayên şehîd çalakiyek bîranînê hat li dar xistin. Gelek malbatên şehîdan beşdarî çalakiya ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê (DKTM) hat li dar xistin bûn.   Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştî re li ser navê KOMAW’ê Denîz Engîn axivî. Denîz Engîn, gerîlayên ku nasnameyên wan hat eşkerekirin bi bîr anî û bal kişand ser dijwarbûna axaftin û vegotina têkoşîna şehîdan. Engîn, diyar kir ku di dîrokê de gelek kes di têkoşînan de şehîd bûne û got: "Em ê xwedî li têkoşîna wan derbikevin.”   Li ser navê rêxistinên ciwanan jî Arjen Menekşe axivî. Arjen Menekşe, diyar kir ku ew ê şopdara xeyalên şehîdan bin û wiha axivî: "Em ê wan ne tenê di bîranîn û wêneyan de, lê di heman demê de bi wan kirina çirayek rêber di jiyana me de zindî bihêlin."   Siyasetmedar Ruşen Çakır jî diyar kir ku şehîdan di serdemên cûda yên Têkoşîna Azadiya Kurd de roleke girîng lîstine. Çakır bal kişand ser Pêngava 15ê Tebaxê û berxwedana zindana Amedê û got ku şehîdan mîrateyek mezin ji bo têkoşînê hiştine. Çakır got, "Erka me ya bingehîn ew e ku em xwedî li wê mîrateyê derkevin û layiqî têkoşîna wan bin."    Bîranîn piştî pêşkêşkirina sînevîzyonê bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.