Roja 2’yemîn a bîranînê bi tevlibûna hezaran bidawî bû 2026-08-28 17:23:55   MÊRDÎN-Bîranîna ku li Nisêbînê ji bo endamên Tevgera Azadiyê, hatibû destpêkirin di roja duyemîn de bi girseyî bidawî bû.   Roja duyemîn a bîranîna endamên Tevgera Azadiyê ku jiyana xwe ji dest dane a li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi serdana hezaran welatiyan berdewam kir. Bername ev du roj in ji saetên serê sibê destpê dike heta danê êvarê berdewam dike. Piştî serdana walatiyên Nisêbînê û bajar û navçeyên hawirdorê bîranîna ji bo şehidên Tevgera Azadiyê roja duyemînde bi dirûşma “ Şehid namirin” dawî bû.   Bername wê sibê di roja sêyemîn de berdewam bike.