MKG'ê rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger eşkere kir 2026-09-04 12:09:37   AMED - MKG'ê di rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha tebaxa sala 2026'an de diyar kir ku zextên li ser çapemeniyê ne tiştekî nû ne. Bi salan e rojnamevan tên binçavkirin, girtin, dezgehên medyayê tên girtin û nûçe tên sansurkirin û got:"Lê tevî van hemû zextan jî, rojnamevan berdewam dikin ku rastiyê binivîsin, dîmenê rastiyê bigirin û belge bikin."   Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha tebaxa sala 2026'an eşkere kir. Di raporê de hat ragihandin ku sansur niha di qada dîjîtal de jî bûye pratîkek rojane û hat gotin:"Nûçe tên astengkirin, hesabên medyaya dîjîtal ên rojnamevan û rêxistinên medyayê nayên dîtin an jî tên girtin. Tiştê di tebaxê de qewimî nîşan da astengiyên nû bi berdewamî li pêşiya vê biryardariyê têne danîn."   Di dewamiya raporê de wiha hat gotin:"   "Di meha tebaxê de, zextên li ser rojnamevanan berdewam kir. Rojnamevanên nûçe ragihandin û li dû rastiyê bûn, hatin lêpirsînkirin, binçavkirin, girtin û hatin sansurkirin. Îktidarê bi awayên cûrbecûr zextên xwe li ser çapemeniyê berdewam kir. Çarçoveya karê rojnamevanan teng bû û astengî li pêşiya gihîştina nûçeyan a ji bo raya giştî hatin danîn.   Di salên dawî de, ji bo rojnamevanan hema bêje bûye tiştekî asayî, ji ber nûçeyên ku ew radigihînin, xwe di dadgehê de bibînin. Nûçeyek, hevpeyvînek, an jî parvekirinek medyaya dîjîtal dikare wekî bingehek ji bo lêpirsînekê were bikaranîn. Rojnamevanên rastiyê lêkolîn dikin di bin zextê de ne û eşkerekirina hin bûyeran a ji raya giştî re jî ji aliyê îktidarê ve nayê xwestin. Rojnamevanên ku polîtîkayên îktidarê rexne dikin, binpêkirinên mafên mirovan eşkere dikin û bênavber bûyerên di rojeva giştî de dişopînin, pir caran bi vê zextê re rû bi rû dimînin.   Sansur niha di qada dîjîtal de jî bûye pratîkek rojane. Nûçe tên astengkirin, hesabên medyaya dîjîtal ên rojnamevan û rêxistinên medyayê nayên dîtin an jî tên girtin. Hesabek tê girtin, yekî din tê vekirin; nûçeyek tê astengkirin, rojnamevan hewl didin ku wê çîrokê bi rêyên din bigihînin gel. Tiştê di tebaxê de qewimî nîşan da astengiyên nû bi berdewamî li pêşiya vê biryardariyê têne danîn.   Ji bo rojnamevanan, têkoşîn du alî ye. Ji aliyekî ve, ew bi zexteke giştî ya li ser çapemeniyê re rû bi rû dimînin û ji aliyê din ve, ew li dijî pergala serdest a mêran ku dengê jinan bi paş dixin, têdikoşin. Ji ber vê yekê nivîsandina li ser tundûtûjiya li dijî jinan, mirinên gumanbar, polîtîkayên bêcezatiyê, binpêkirina mafan û têkoşîna jinan pir girîng e. Her nûçeyek a ezmûnên jinan eşkere dike, rastiyek din jî eşkere dike ku hewl tê dayîn were veşartin.   Zextên li ser çapemeniyê ne tiştekî nû ne. Bi salan e rojnamevan tên binçavkirin, girtin, dezgehên medyayê tên girtin û nûçe tên sansurkirin. Lê tevî van hemû zextan jî, rojnamevan berdewam dikin ku rastiyê binivîsin, dîmenê rastiyê bigirin û belge bikin. Ji ber ku di bingeha rojnamegeriyê de dîtina tiştên îktidar naxwaze bibîne heye. Her wiha di vê bingehê de tiştên îktidar naxwaze bê bihîstin rojnameger dibihîse û dide bihîstin. Her wiha li ser vê esasê rojnameger dev ji rastiyê bernadin.    Wek Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), em ê dengê jinan bilind bikin, binpêkirinên mafên mirovan eşkere bikin û li dû rastiyê biçin. Em ê li hember zilm û sansurê bêdeng nemînin û em ê di xebatên xwe yên rojnamegeriyê de israr bikin.   Lîsteya rojnamegerên girtî:   1.Elif Bayburt – Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)  2.Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê 3.Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA)  4.Ozden Kinik – Xebatkara TRT'yê 5.Pinar Gayip – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) 6-Yelis Ayaz – Xwediya Sîteya Înternetê ya Aydinpostê  7-Songul Yucel – Derhênera Weşana Giştî ya Kovara Onsozê 8-Fatma Sibel Gurcihan – Rojnameger 9-Îrem Delice  - Nûçegîhana Rojnameya Dengeyê ya Aydinê"