Li Manîsayê tundiya mêr 2026-09-09 20:57:56   MANÎSA - Li navçeya Salîhliyê mêrê bi navê D.K hewl da jina pê re zewicandiye N.K û keça xwe N.K qetil bike û bi giranî birîndar kir.   Li navçeya Salîhlî ya Manîsayê mêrê bi navê D.K hewl da jina pê re zewicandiye N.K û keça xwe N.K qetil bike û bi giranî birîndar kir. Piştî ku kesên derdorê agahî dan, polîs û ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Her du jinên birîndar rakirin nexweşxaneyê û hat hînbûn ku rewşa keça wan N.K girane.   Piştî bûyerê D.K ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Gumanbar D.K piştî îfadeya li emeniyetê sewqê edliyeyê hat kirin.