Pakrawanên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn 2026-09-13 14:32:44   RIHA - Pakwanên têkoşîna azadiyê, bi bernameyên ku tên lidarxistin ve tên bibîranîn.    Bernameyên bîranîna yên ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurd dewam dikin. Li navçeyên Wêranşar û Pirsûsê yên Rihayê, gelek kes beşdarî bîranînan bûn.   Wêranşar    Bi pêşengiya Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine yên li Xaka Qedîm (KAT-DER) li Mala Şînê ya Siyamend Akbaş a li taxa Yenî ya li Wêranşarê bîranîn hate lidarxistin.   Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan û pankartên bi nivîsên "Şervanên Kurdistanê, cangoriyên azadiyê, em her tim li ser şopa wan e" û "Doza me ji bo soza me, soza me ji bo şehîdên me" li salona bîranînê hate daliqandin.   Di serdanan de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Rêya şehîd rêya me ye, Apo serokê me ye" hatin qîrîn.   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî beşdarî bîranînê bû. Piştî xwendina dua mewlûd hate dayin.   Bername wê saet di 16:00 de bi nîşandana sînevîzyona li ser têkoşîna şehîdan bi dawî bû.   Pirsûs   Li Pirsûsê, bernameya bîranînê ya li Mala Şînê ya Mûstafa Dag di roja sêyemîn de dewam kir.   Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan li gel pankarta bi nivîsa "Şehîd rojnahiya rêya me ye" li salonê hate daliqandin.   Şêniyên tevlî bîranînê bûn bi meşê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Rêya şehîd rêya me ye, Apo ye serokê me" û "Şehîd namirin" ketin salona bîranînê.   Piştî xwendina duayan mewlûd hate dayin. Bîranîn saet di 16:00 de wê bi nîşandana sînevîzyonê û axaftina Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi dawî bibe.