Ji rojnamegerên jin bo serlêdana xelatên Gurbetellî Ersoz bang 2026-09-14 09:02:07   STENBOL - Ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz ku ji aliyê MKG’ê ve îsal ya duyemîn pêk tê, serlêdan didomin. Rojnamegeran banga ji bo serlêdanê kirin û gotin: “Werin em meşaleya Gurbetellî bi hev re hil bidin.”   Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz ku ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ve îsal ya duyemîn pêk tê, dîroka dawî ya serlêdanê 25’ê Îlonê ye. Serlêdan didomin û rojnameger Eylem Babayîgît, Sevda Çetînkaya, Heval Elçî û Salîha Aras der barê  serlêdanên ji bo Xelatên Gurbetellî Ersoz de bang kirin û gotin divê rêya Gurbetellî vekiriye divê bê xurtkirin.   ‘Gurbetellî Ersoz motîvasyona me ye’   Rojnameger Eylem Babayîgît, balkişand ser mîrateya ku Gurbetellî Ersoz ji rojnamegerên jin re hiştiye û da zanîn ku têkoşîna Gubetellî Ersoz ku pêşiya jinan vekiriye îro jî didome û wiha got: “Em bêyî bîranîna Gurbetellî Ersoz nikarin vê mijarê bigirin dest. Em hemû hevalên jin ku îro vê kevneşopiya çapemeniya azad dimeşînin Gurbetellî Ersoz mînak digirin û ji wê motîvasyona xwe digirin.”   ‘Em Kurd û jin in’   Eylem Babayîgît bi lêv kir ku rojnamegerên jin yên Kurd xwedî berpirsyariya ku dengê jin û gelên bindest bixin bihîstinê ye û wiha bi lêv kir: “Rojnamegerî di vê qadê de qadek têkoşînê ya girîng e. Em Kurd û jin in. Ji ber vê jî em ji xwe derdikevin rê û dengê gelên bindest û jinan didin bihîstin. Em ê çawa xwe bigihînin wan? Wek Gurbetellî jî gotiye, em ê bi rojnameyê xwe bigihîninê. Divê em têbikoşin û li cihê em bixitimin divê em li Gurbetellî binêrin.”   ‘Em bang li rojnamegerên jin dikin ku serlêdanê bikin’   Eylem Babayîgît balkişand xelatên rojnamegeriyê yên Gurbetellî Ersoz û wiha got: “Em bang li rojnamegerên jin dikin ku serlêdanê bikin. Em hemû hevalên xwe yên ku nûçeyan çêdikin dipên ku serlêdanê bikin. Tecrubeya wan ya çend salan hebe ferq nake. Armanca wan girîng e. Em dixwazin serlêdanan bikin.”   ‘Rêya ku Gurbetellî vekiriye didome’   Gerînendeya Giştî ya Weşanda Îlke TV Sevda Çetînkaya jî destnîşan kir ku Gurbetellî Ersoz di qada rojnamegeriya jinê de riyeke girîng û dîrokî vekiriye û ev nirxandin kir: “Gurbetellî Erdoz di rojnamegeriya jinê de ne tenê ji bo rojnamegerên jin yên Kurd, ji bo hemû hevpîşeyên me yên jin rêyeke dîrokî û girîng vekiriye. Mînak îro ez gerînendetiya giştî dikim an jî hevpîşeyên min di saziyên cuda yên çapemeniyê de xebatan dimeşînin. Ev bi hêz û wêrektiya wê tê kirin. Em ji Gurbetellî îlhamê digirin û li pey heqîqetê ne. Divê jin qada rojnamegeriyê ji mêran re nehêlin. Em bang dikin ku rojnamegerên jin serî li xelatên rojnamegeriyê bidin û li pişt xebatên xwe bin.”   ‘Em meşaleya Gurbetellî bi hev re hil bidin’   Rojnameger Heval Elçî jî balkişand ser rêya ku Gurbetellî Ersoz a di çapemeniya azad de vekiriye û bang kir ku divê rojnamegerên jin serî li xelatên rojnamegeriya Gurbetellî bidin û mîrateya ku Gurbetellî Ersoz hiştiye bi hev re hil bidin. Heval Elçî wiha anî ziman: “Serlêdan didomin. Em bang li hemû rojnamegerên jin dikin. Werin tevli bibin. Em meşaleya Gurbetellî bi hev re hil bidin.”   Salîha Aras jî balkişand ser girîngiya mîrateya ku Gubetellî Ersoz hiştiye û wiha bang kir: “Serlêdanên xelatên rojnamegeriyê ya duyemîn didome. Hûn nûçeyên xwe yên bi Kurdî, Tirkî, vîode û wêne dikarin bişînin. Serlêdan heta 25’ê Îlonê didome.”