Şehîdên zindana Kobanê hatin oxirkirin 2026-09-14 20:07:48   NAVENDA NÛÇEYAN – Şehîdên şewata zindana Kobanê ji aliyê hezaran kesî ve bi merasîmekê hatin oxirkirin. Di merasîmê de hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed anî ziman ku dê têkoşînê bi rêbazên siyasî û qanûnî bidomînin û der barê bûyerê de hesab bipirsin.   Bi hezaran şêniyên Kobanê bi merasîmekê cenazeyên şehîdên şewata zindanê li Pakrewangeha Şehîd Dîcleyê oxir kirin. Di merasîmê de wêneyên 9 şehîdên zindanê; Ehmed Mihemed Eqîl, Bozan Dalî, Şêrewan Şevxan, Elî Îsa, Ezîz Reşîd, Delîl Şêx Elî, Xalid Mihemed, Mehmûd Mistefa û Elî Eqîleyê, her wiha wêneyên şervanê Tûgaya Hesekê Sîpan Hiznî (Samî Şêxmûs Hiso) ê ku di êrişeke hovane de hatibû qetilkirin, hatin bilindkirin.   Merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.   Îlham Ehmed got: “Kombûna we ya mezin a li vir pîroz e. Bila serê tevahî malbatên şehîdan sax be. Em her tim bi gelê xwe û şehîdên xwe re. Em ji armanc û rêgezên xwe paşde venagerin.”   Îlham Ehmed bal kişand ser sûcê kuştina Sîpan jî û ev li gotinên xwe zêde kir “Berî çend rojan bûyerek bi êş li Hesekê çêbû; bi awayekî bêbext Sîpan şehîd xistin. Lê îro em dibêjin ku em ê bi rêbazên qanûnî û siyasî dilsoziya bi şehîdan re bi cih bînin.”   Di dewama axaftina xwe de Îlham Ehmed îşaret pê kir ku gelê Kobanê di rojên dawîn de peyameke zelal dan û gotin, hewldanên şikandina îradeya wan bi ser nakevin û got: “Em dibêjin em ji gotina rastiyê venagerin. Em Kurd me bedelên giran dan û têkoşîneke mezin kir. Em ê têkoşîna xwe bi rêyên siyasî û qanûnî bidomînin.”   Îlham Ehmed desntîşan kir ku wan der barê şewata zindanê de civîn  li dar xistin û wiha pê de çû: “Wê lêkolîneke berfireh were vekirin û hesab ji hemû kesên ku destên wan di bûyerê de hene were pirsîn. Her wiha dê aliyên têkildar di nav de Şam û hêzên ewlehiya hundirîn jî berpirsyar in.”   Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Piştre cenazeyên şehîd Ehmed Mihemed Eqîl, Bozan Dalî, Şêrewan Şevxan, Elî Îsa, Ezîz Reşîd, Delîl Şêx Elî û Xalid Mihemed spartin Pakrewangeha Şehîd Dîcleyê.   Cenazeyên şehîd Mehmûd Mistefa ber bi goristana malbata wî ya li gundê Helincê ve û Elî Eqîle jî ber bi bajarê Minbicê ve hatin oxirkirin da ku li wir bêne veşartin.