Derbarê 18 xwendekarên zanîngehê de biryara dûrxistinê 2026-09-15 12:03:03     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber xwepêşandanan du xwendekar ji ber sûcê ‘bêrêziya li dijî alê’ ji dibistanê hatin avêtin. Sê xwendekarên din jî ji bo demek ji dibistanên hatin dûrxistin. Her wiha 10 xwendekarên din jî hinek demkî hatin dûrxistin, hinek jî hatin avêtin.   Lijneya dîsîplînê ya asta yekem a Zanîngeha Teknolojiyê ya Amirkebîrê ya Îranê ji ber çalakiyên nerazîbûnê yên di Sibata 2026’an de li dijî 18 xwendekaran biryarên dîsîplînê da. Ev biryar ji cezayên wekî avêtina ji zanîngehê, dûrxistina ji perwerdeyê û qedexekirina qeydkirinê pêk tên.   Du xwendekar ji zanîngehê hatin avêtin   Li gorî nûçeyên ku ji çavkaniyên xwendekaran hatine girtin, du xwendekar ji ber hincetên ku rêveberiyê weke ‘heqareta lş alê’ bi nav kiriye, ji zanîngehê hatine avêtin. Her wiha, sê xwendekar ji bo sê deman û sê xwendekarên din jî ji bo demekê hatine dûrxistin. Hat diyarkirin ku 10 xwendekar ji bo du deman hatine dûrxistin an jî avêtin.   Lijneya îtîrazên dîsîplînê ji bo nirxandina dosyayan neciviya    Ev biryar, piştî lêpirsînên dîsîplînî yên li ser xwendekarên ku beşdarî xwepêşandanên Sibata 2026’an bûne hat girtin. Raporên hatine weşandin nîşan didin ku lijneya îtîrazên dîsîplînî ya Zanîngeha Amirkebîr hê ji bo nirxandina van dosyayan neciviyaye, ev tê wateya ku biryar hê jî di qonaxên destpêkê de ne. Her wiha, ji bo hinek cezayên wekî avêtin û dûrxistina ji du deman zêdetir, pêwîstî bi erêkirina rayedarên dîsîplînî yên bilindtir in.   Bangî gelek xwendekaran hatiye kirin   Ev biryar piştî raporên dawî yên der barê tedbîrên dîsîplînê yên li dijî xwendekaran li zanîngehên cûrbecûr ên li seranserê Îranê hatine girtin. Berê hatibû ragihandin ku nêzî 40 xwendekarên Zanîngeha Tehranê ji ber xwepêşandan û çalakiyên xwendekaran ji aliyê komîteya dîsîplînê ve bangî wan hatiye kirin û dozên wan di nirxandinê de ne.   Bi nêzbûna sala nû ya xwendinê re, ev bûyer nîşan didin ku li zanîngehên Îranê meyla berdewam a bangkirina xwendekaran ji bo desteyên dîsîplînê, vekirina dosyayan li dijî wan û sepandina cezayên dîsîplînê didomin.