Ji bo Jîna Emînî li gelek bajaran çalakiyên protestoyî 2026-09-16 16:38:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo Jîna Emînî çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin û peyama "Em ê têkoşînê mezin bikin" hat dayîn.    Li Îranê di 16’ê Îlona 2022’yan de Jîna Emîn ku ji aliyê ‘polîsên ahlaqê’ ve hat binçavkirin û piştre hat qetilkirin. Piştî vê hêrsa jinên Kurd û gelên Îranê herikî kolanan.  Berxwedana bi dirûşma "Jin jiyan azadî" ya li ser gora Jîna Emînî hat berzkirin, bilind bû di demek kurt de sînorên Îranê bezand û li gelek welatan belav bû.   Tevî çar sal di ser qetilkirina Jîna Emînî re derbas bûye dirûşma "Jin jiyan azadî" dibe îfadeya daxwaza jiyana azad û wekheviyê ya jinan. Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê daxuyaniyên hevpar hat dayîn û  Li Tirkiyeyê jî li dijî çalakiyên Jîna Emînî astengî û zextên polîsan, nîşan didin ku zextên li pêş jinan didomin.   Agirî    Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Cadeya Cumhuriyetê daxuyaniyek hat dayîn. Nûnerên saziyên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê bibin serhildana Jînayê, Em ê îdaman ravestînin” hat vekirin.    Piştî daxuyaniyê bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" çalakî bi dawî bû.      Şirnex    Li Hezexa Şirnexê bi pêşengiya TJA'yê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî li Kolana Hunerê hat dayîn. Nûnerên saziyên sivîl beşdar bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Jina Emînî nemir e, li hember qirkirina jinê tekoşînê mezintir bike, Jin jiyan azadî” hat vekirin. Beriya daxuyaniyê Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan axivî û bal kişand ser serhildana Rojhilatê Kurdistanê. Newroz Uysal Aslan, da zanîn ku xwedî li serhildana Rojhilat derdikevin û bang dikin ku jinên kurd ne bi tenê ne.    Dû re jî daxuyaniya hevpar hat xwendin. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.    Di daxuyaniya ku hevpar hat dayîn de wiha hat gotin:    "Di 4’emîn Salvegera Şoreşa Jin Jiyan Azadî de, em têkoşîn û rêxistinbûna xwe mezintir dikin!   Di 4’emîn salvegera Şoreşa Jin Jiyan Azadî de; em hemû jinên ku di kesayeta Jîna Emînî, Şîler Reşîd û Nîlûfer Mucawir de li dijî pergala kujer û serdestiya mêran, li kolanan, meydanan û zindanan berxwedan kirin û nemir bûn, bi rêzdarî û bi bîr tînin.   Zext, îşkence, girtin û siyaseta îdamê ya rejîma Îranê ji bilî kûrkirina krîzên civakî encameke din dernaxîne. Li herêmê li dijî siyaseta şerê ku tê bilindkirin û qetilkirinên sistematîk ên jinan ên rejîmê, çareseriya tenê têkoşîna rêxistinkirî ya ku bi pêşengiya jinan pêş dikeve û demokratîk bûna radîkal e. Helwesta bi vîn a Zeynep Celaliyan, Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî di zindanan de, bersiva herî zelal e ji bo vê bêdengiyê û jiyana bi zorê ya ku tê ferz kirin.   Îro hêj jin li her derê cîhanê tên qetilkirin tecawizkirin û tinekirin   Li hember vê tinekirinê em civaka azad wekhev û demokratîk avabikin bi rengê jînê bi dengê jinê pergala jîyanê ava bikin.   Dirûşma “Jin Jiyan Azadî”, ku ji felsefeya azadiyê ya Rêber Apo û mîrata nîv sedsalî ya berxwedanê mezin bûye, îro veguherîye şoreşeke gerdûnî ya jinan ku sînoran derbas dike. Em wek jin; sînorên ku zordar û serdestan çêkirine red dikin, li dijî çanda tecawizê ya serdestiya mêran û siyaseta qirkirina jinan, bang dikin ku têkoşîna jinan a gerdûnî û xweparastina xwe mezin bikin, civakeke demokratîk ava bikin û bi biryardariya avakirina jiyaneke azad, rêxistinbûna xwe mezin bikin.    Riha   TJA û Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Rihayê bi wesîleya 4’emîn salvgera qetilkirina Jîna Emînî li ber Novada Park a Rihayê daxauyanî da. Gelek nûnerên sazyên civaka sivîl û jin tevli daxuyaniyê bûn. Pankara ‘Em darvekirinên li Îranê şermezar dikin jiyanê diparêzin! Jin Jiyan Azadî’ hat vekirin. Li ser navê girseyê metnda daxuyaniyê Berdevka Meclîsa Jinan  Rihayê ya DEM Partiyê Zubeyde Îstk xwend.   Zubeyde Îstek da zanîn ku li dijî hemû zext, astengî û qetilkirinan  îradeya jinan nehatiye çewisandin û got wê têkoşîna ji bo cîhaneke azad û wekhev bidomînin.   Êlih   Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Êlihê jî bi wesîleya 4’emîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî li ber avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) daxuyanî da. Nûnerên partiyên siyasî û civaka sivîl tevli daxuyaniyê bûn.   Aktîvsta TJA’yê Ferah Nemcîk daxuyanî xwend.   Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.   Bang li hemû jinan dikin;    Em wek TJA careke din bang dikin,  Em ne bilanço û hejmarên qetilkirina jinan, lê rewşa azadî û rêxistinbûna jinan li vê coğrafyayê serdest bikin.   Werin em dengê aşîti û Azadiyê bi hev re bilintir bikin.   Jin Jiyan Azadî."