Emîne Şenyaşar piştgirî da 'Meşa Edaletê' 2026-09-21 16:33:22     RIHA -Emîne Şenyaşarê ji bo piştevaniyê serdana Arîf Guran ku "Meşa edaletê" dabû destpêkirin, kir.   "Meşa edaletê" ku ji aliyê bavê Narîn Guran Arîf Guran ve di 19'ê Îlonê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve hatibû destpêkirin, berdewam dike.   Arîf Guran ê ku gihişt navçeya Sêweregê ya Rihayê, ji aliyê Emîne Şenyaşar a ku piştî qetilkirina hevjîn û du kurên xwe 1.319 rojan çalakiya "Nobeda edaletê" domandibû û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar û gelek kesên din ve hat pêşwazîkirin.   Di çarçoveya serdana piştgiriyê de, li têketina Sêweregê Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar serdana Arîf Guran kirin û diyar kirin ku divê daxwaza edaletê bê cih.