Li Îranê jinek bi îşkenceyê hat binçavkirin 2026-09-30 18:54:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê, li Urmiyeyê bi ser mala pispora nexweşiyên hundirîn Beyan Salihiyan a 43 salî de girtin. Hate diyarkirin ku Beyan Salihiyan di dema binçavkirinê de, hatiye êşkencekirin û dest danîne ser telefon û kompûterê wê.   Hêzên ewlehiyê yên Îranê, di 27’ê Îlona 2026’an de li Urmiyeyê bi ser mala pispora nexweşiyên hundirîn Beyan Salihiyan a 43 salî de girtin.   Hate diyarkirin ku di dema binçavkirina Beyan Salihiyan ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye îşkecekirin. Hate ragihandin ku hêzên ewlehiyê li malê lêgerînekî berfireh kirine û dest danîne ser telefon û kompûtera Beyan Salihiyan.   Hîna nayê zanîn ku bê ka Beyan Salihiyan ji ber çi hatiye binçavkirin, ji bo çi tê sûcdarkirin û li ku derê tê girtin.   Di sala 2022’an de hatibû binçavkirin   Hate diyarkirin ku Beyan Salihiyan ku li Seqîzê ji dayik bûye û li Urmiyeyê jiyan dike, berê di payîza 2022’an de, di dema tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” de bi du bijîşkên ji Seqîzê ve demekî binçav hatiye girtin.   Piştre, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Seqîzê ve bi sûcdarkirina “bi weşandina naverokên li ser înternetê, propagandaya li dijî dewletê” 8 meh cezayê girtîgehê li Beyan Salihiyan hatibû birîn. Hate diyarkirin ku cezayê girtîhehê piştre veguheriye cezayê pereyê ya 20 milyon tumen.