Li Amedê mêran ji bo azadiya jinan soza têkoşînê da 2026-09-30 20:37:13   AMED - Endam û rêveberên mêr ên DBP û DEM Partiyê yên Amedê li dijî kuştina jinan meşek li dar xistin û piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku çi berpirsiyarî bikeve ser milê mêran, ew ê bi dilê xwe, bi dilsozî tevbigerin û hat diyarkirin ya ku tê kuştin nirx û paşeroja vê civakê ye.   Endam û rêveberên mêr ên DBP û DEM Partiyê yên Amedê li dijî kuştina jinan ji ber avahiya DEM Partiya Rezanê heta Parka Karanfîlê ya li navçeya Rezanê meşek girseyi li dar xistin. Parlamenterên DEM Partiyê Serhat Eren û Mehmet Kamaç, hevserokên DEM Partî û DBP'ê yên Amedê, hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê û navçeyên Amedê, endam û nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes tevlî meşê bûn. Di meşê de pankarta “Em ji mêraniya ku jinê dikuje şerm dikin” û her wiha dovîzên bal dikişand ser mijarê hatin rakirin. Meş li ber avahiya DEM Partyê ya Rezanê heya Parqa Karanfilê ya Rezanê dom kir.   ‘Em têkoşîn û berxwedana jinan silav dikin’   Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Mehmet Emîn Ay da zanîn ku ev cara yekem e ku li Kurdistanê û li Turkiyeyê meşeke ku tenê zilam li dijî zilm û tundiya li ser jinan tê lidarxistin û wiha got: “Tundiya li ser jinê ne tiştekî şexsî ye. Ev rastiya ku encama netefisandina hişmendiya baviksalarî, hişmendiya zordestiya li ser jinê ye. Jin her deqîqe, her roj li ber xwe didin, têdikoşin. Ti carî bi têkoşîn û berxwedana xwe paş de neçûne û ne sekinîne. Em wê têkoşîn û berxwedana jinan silav dikin. Em îro bi vê meşa xwe li cîhan, bajar û herêma xwe bangekî dikin û dibêjin hevgirtinekî bi jinê re pêk bînin. Niha em rastiyeke desthilatdariyê, desthilatdariya hişmendiya baviksalarî dizanin. Di her keliyên dîrokê de, di têkoşîna pêxamberî de, di bîrdozî û felsefê de, li ku derê desthilatdarî zêde serdestiya xwe li ser civakê ava kiribe, li hember wê zordestiyê pêşengtiya têkoşîn û berxwedanê jinê kiriye. Di destpêkê de jî bedela herî mezin jinê daye, jin bûye hedefa desthilatedaran. Li ku derê pergala devletê, pergala hişmendiya serweriya baviksalarî pêş ketibe, em dizanin ku li wir nirxên mirovahiyê lewaz bûye û têk çûye.”   “Çi berpirsiyarî bikeve ser milê me, em ê bi dilê xwe, bi dilsozî tevbigerin”   Mehmet Emîn Ay diyar kir kû ji bona ku ew nirxên mirovahiyê li bajarê xwe, li welatê xwe car din xurt bikin divê rê li van sûcên mirovahiyê, zilm û zordarî, tundî û komkujiya li ser jinê bigirin û wiha pê de çû: “Divê em  ji xwe re sozekî bidin. Em li Amedê soz didin, wek rêveberiyê xwecihî, wek siyaset, em ê  wek vecineyekî bigirin dest. Em ê li her derî ji bona ku em pêşî li van qetliyaman bigirin û ji bo hişmendiya parastina azadiya jinê bi pêş keve, çi hewce be, çi berpirsiyarî bikeve ser milê me, em ê bi dilê xwe, bi dilsozî tevbigerin.”   ‘Ya ku tê kuştin nirx û paşeroja vê civakê ye’   Hevberdevkê Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç jî da zanîn ew bi vê meşa ku li dar xistine bersiv didin bangawaziya jinan a li hemberî tundî û komkujiyê hatibû kirin û ev tişt gotin: “Em jî li vir bersivê didin wê bangewaziya jinan. Em jî li vir in, em bi we re ne, em hemû bi hev re ne. Tundiya li ser jinê û komkujiyên jinan bi rastî jî pir canê mirovan diêşîne. Di sala 2025an de li Tirkiyeyê bi giştî 294 jin hatin kuştin. Di 8 mehên pêşî yên vê salê de 189 jin hatin kuştin. Di meha dawî de 4 jin hatin kuştin. Ev ne tenê hejmar in, ev her yek canek in. Ev nîvê vê civakê ne. Elbet eleqeya tundiya li hemberî jinê bi polîtîkaya bêcezahiştinê ya desthilatdarî û dewletê re heye. Kuştina Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş û Rojwelat Kizmaz di komkujiya li ser jinê de cesaretê dide hinek kesan. Bi vê cesaretê re ev komkujî tên kirin. Kesê tê kuştin ne tenê jin e, ya ku tê kuştin nirx û paşeroja vê civakê ye. Ev kuştin nirx û paşeroja vê civakê ye. Em ji vir bang dikin, heger komkujiya jinan hebe, ev berî her tiştî şermezarkirina mêrên ku li van axan dijîn e. Eger jin bê kuştin, kesên ku di serî de divê li hemberî vê derkevin mêr in.”   ‘Werin em li dijî komkujiyan bi hev re têbikoşin’   Mehmet Kamaç anî ziman ku komkujiya li hemberî jinê di heman demê de pirsgirêkeke zihniyetê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mixabin di vê civakê de jin hê jî wekî kirdeya jiyanê nayê dîtin, wekî nîvê vê civakê nayê dîtin. Di siyasetê de, di aboriyê de, di jiyana civakî de jin wekî kirde nayê dîtin. Em ji vir bang dikin, kes nikare jinê ji kirdeya jiyanê veqetîne. Jin di vê civakê de di siyasetê, aborî û bazirganiyê de hebûye û wê hebe. Em ji hemû Tirkiyeyê re bang dikin, werin em li hemberî komkujiyên jinan bi hev re têbikoşin. Bangewaziya ku beriya 2 rojan li Amedê hatibû kirin em wekî bangewaziyeke dîrokî dibînin û ji vir bersiveke dîrokî didin. Bi mêr û jinên xwe ve em ê li ber van komkujiyan bisekinin.“   Meş piştî daxuyaniyê bi dirûşman bi dawî bû.