Çalakiyên lîseyan ên li Fransayê li seranserê welat belav bûne 2026-10-01 13:57:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandanên ku hefteyekê beriya niha li lîseyên banlîyoyên Parîsê dest pê kirin li seranserê welêt belav bûn û zanîngeh jî beşdarî çalakiyan bûn.   Li Fransayê çalakiyên ku xwendekaran ji ber daxwazên çavkaniyên zêde, peydakirina mamosteyan, nûkirina dibistanan û başkirina şert û mercên perwerdeyê dabûn destpêkirin, belav dibin.   Li gorî daneyên fermî ên ji aliyê Wezîrê Karên Hundirîn Laurent Nunez ve hatin eşkerekirin, roja Çarşemê li seranserê welêt rê û têketina  356 lîseyan bi temamî hate astengkirin. Roja Sêşemê ev hejmar weke 338’an hate eşkerekirin.   Li gorî sendîkayên xwendekaran, çalakiyan li banliyoyên Parîsê dest pê kirin û belav bûne bajarên cuda. Roja Pêncşemê li bajarên weke Parîs, Strasbourg, Marsîlya, Lyon, Reims, Poitiers û Nanterreyê nêzîkî 30 kampûsên zanîngehan jî, beşdarî çalakiyan bûne.   Sendîka û xwendekarên beşdarî çalakiyan dibin daxwaz dikin ku ji pergala perwerdeyê re çavkaniyên zêdetir werin veqetandin, li şûna mamosteyên naxebitin yên nû werin tayînkirin, dibistan werin nûkirin û şert û mercên perwerdeyê werin başkirin.   Ji sendîkayên xwendekaran Union Etudiante (Yekîtiya Xwendekarên Zanîngehê) çalakiyên li zanîngehan weke ‘’dîrokî’’ pênase kir û diyar kir ku têketina li hin zanîngehan hatiye astengkirin û zanîngeh dikarin dersan online bidomînin.   Rageşiyên di navbera hêzên ewlehîyê û xwendekaran de jî ketin rojevê.  Li bajarê Toursê roja Çarşemê xwendekarek ji serê xwe birîndar bû ew rakirin nexweşxaneyê.   Li ser birîndarbûna xwendekaran ji aliyê Serperîştiya Giştî ya Polîsan a Neteweyî ya Fransayê ve sê lêpirsîn hatin destpêkirin.   Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundirîn, bes roja Çarşemê 625 kes hatin binçavkirin û 83 polîs û cendirme birîndar bûne. Wezareta Perwerdeyê jî da zanîn ku ji destpêka çalakiyan ve ye 119 xwendekar û personelên perwerdeyê birîndar bûne. Hate ragihandin ku ji van 34 kes personelên perwerdeyê ne.   Wezîrê Perwerdeyê Edouard Geffrey hejmara di qada perwerdeyê de weke ‘’bûyereke ecêb’’ pênase kir.