Hesabê Xê yê Kurmancî yê MAyê hate astengkirin 2026-10-02 14:29:09   AMED -Hesabê X'ê yê Kurmancî yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin.   Ji sala 2024'an ve hesabên platforma medya dîjîtal ên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi astengî, qedexe û sansurê re rû bi rû ye. Hesabê X'ê yê Kurmancî yê MA'yê carek din hate astengkirin. Hesabê ajansê yê bi navê @mezopotamyakrd3 bi biryara Saziya Teknolojiyên Agahiyê û Ragihandinê (BTK) li Tirkiyeyê hate astengkirin.   Ajans wê parvekirin ango postên xwe ji niha şûn ve li ser hesabê @mezopotamyakrd4 berdewam bike.