Rojnameger Derya Okatan bi daxwaza girtinê hat sewqkirin 2026-10-02 20:10:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Derya Okatan ku li Enqereyê li mala wê hat binçavkirin, birin Edliyeya Çaglayanê û bi daxwaza girtinê hat seqwkirin.   Rojnameger Derya Okatan li Enqereyê li mala wê hat binçavkirin. Derya Okatan ya endama Lijneya Dîsîplînê ya DÎSK Basin-Îş bû birin Edlieya Stenbolê ya Çaglayanê.   DÎSK Basin –Îş da zanîn ku Derya Okatan bêyî îfadeya wê ji aliyê dozgeriyê bê girtin bi daxwaza sewqkirinê hatiye sewqkirin.   DÎSK Basin Îş da zanîn ku divê Derya Okatan demildest bê girtin û tundiya li ser rojnameger û sendîkavanan şermezar kirin.