Li Bursayê jinek hat qetilkirin 2026-10-04 15:09:27     BURSA –Li navçeya Karaca ya Bursayê Mustafa B. jina bi navê Gokçe Alkan ya pê re dijiya bi alava birînê qetil kir.    Li navçeya Karacaey a Bursayê Mustafa B. jina bi navê Gokçe Alkan ya 18 salî ku pê re dijiya bi alava birînê qetil kir.Piştî qetilkirina ku duh êvarê hat jiyîn, kesên derdorê agahî dan ekîbên tenduristî û cendermeyan hatin cihê bûyerê. Ekîban diyar kirin ku Gokçe Alkan jiyana xwe ji dest daye. Cenazeya Gokçe Alkan ji bo otopsiyê şandin morga Saziya Tipa Edlî ya Bursayê.   Gumnbarê ku hat binçavkirin ji ber xwe jî birîndar kiribû rakirin nexwşexaneyê. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.   Cenazeya Gokçe Alkan ji aliyê malbatê ve hat girtin û hat hînbûn ku wê  li Karacabey bên definkirin.