Ji bo îfadeyê bang li rojnameger Rabîa Onver hat kirin 2026-10-05 22:50:37   COLEMÊRG - Nûçegihana me Rabia Onver bi hinceta parvekirina nûçeyên wê yên li ser medyaya dîjîtal bi îddiaya "propagandaya rêxistinê dike" ji bo lêpirsînê bangî wê hat kirin. Ji Rabia Onver wiha hat pirsîn, "Te talîmat wergirtine?"   Nûçegihana ajansa me Rabia Onver, bi tohmeta "propagandaya rêxistinê" ji ber parvekirinên wê yên li ser hesabê wê yê medyaya dîjîtal, ji bo îfadeyê hat gazîkirin. Rabia Onver li Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê ya Midûriyeta Polîsan a Navçeya Geverê îfadeya xwe da.   Pirsên li ser çalakiyên rojnamegeriyê   Di dema pirsê de, gotinên ku Rabia Onver di parvekirinên wê yên medyaya civakî de bikar aniye jî yek bi yek hatin lêkolînkirin. Ji wê hat pirsîn ka kesên ku di parvekirinan de hatine behskirin kî ne û gelo têkiliyek  wê bi wan re heye.   Her wiha ji Rabia Önver hat pirsîn ka gelo endamek ji malbata wê bi PKK’ê re têkiliyek wan  heye.   Rabia Onver di îfadeya xwe de derbarê pirsên ku jê re hatine kirin de diyar kir ku nivîsên ku behsa wan tê kirin di çarçoveya çalakiya rojnamegeriyê de ne.   Piştî pêvajoya îfadeyê, Rabia Onver bi parêzerê xwe re ji emniyetê derket.