Rêveberiya Dibistanên Dirbêsiyê: Zimanê dayikê mafek e 2026-10-06 15:30:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Dibistanên Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî çandî û perwerdeyiyê ye û daxwaza perwerdeya bi Kurdî kir.   Rêveberiya Dibistanan a Bajarê Dirbêsiyê têkildarî mafê perwerdeya bi zimanê kurdî bi beşdariya mamosteyên li bajêr daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla mamoste Xada Beravê û Ebdulkerîm Hemo ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ziman mafekî resen ê hemû gelan e, ew beşeke sereke ya nasname û mîrateya gelan e, bi windabûna wê re beşeke nasname û mafê çandî tê windakirin.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku perwerdeya xwendekaran bi zimanê dayikê bi dersekê pêk nayê, ew mafeke çandî û perwerdehî ya avakirina nifşeke girêdayî ziman û nasnameya xwe ye.   Mamosteyan banga destekdayîna ji bo perwerdeya zimanê kurdî li dibistanan kir, daxwaza dabînkirina materyal, pirtûk û alavên din ên guncaw ji bo perwerdeyê kir.