Konferansa stargehan: Li dijî şîdetê hevgirtinê ava bikin 2026-10-10 12:49:00   STENBOL - Konferansa "Navendên Piştgiriyê di Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan de - Ezmûnên Navneteweyî" li Stenbolê dest pê kir. Jinan di konferansê de bal dikişînin ser kêmasiyên mekanîzmayên piştgiriyê û gotin: "Tevî zehmetiyan jî, em ê li dijî şîdeta mêran hevgirtinê ava bikin."   Konferansa "Navendên Piştgiriyê di Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan de - Ezmûnên Navneteweyî" ku ji hêla Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çatı ve li Stenbolê hat organîzekirin dest pê kir.    Axaftina vekirinê ji hêla dildara weqfê Selîme Buyukgoze ve hat kirin û wiha got: "Em ji van navendan re navendên hevgirtinê dibêjin. Ji ber ku wekî jin, em dizanin ku rizgarbûna ji serdestiya mêran, ji tundûtûjiya mêran a ku ew ji bo kontrolkirin, çavdêrîkirin û cezakirina jinan bikar tîne, ne ji dabînkirina xizmetguzariyan, lê ji hevgirtina jinan tê. Ji ber vê yekê, em vê hevgirtinê bi karanîna rêbazên femînîst di navendên hevgirtinê yên xwe de pêk tînin."    Selîme Buyukgoze diyar kir ku navendên hevgirtina jinan û xizmetên piştgiriyê yên li ser jinan yek ji rojevên sereke yên konferansê bûn û got ku têkoşîna li dijî şîdeta mêran di şert û mercên heyî de bi parastina hevgirtinê û pêşxistina rêbazên nû yên têkoşînê ve girêdayî ye û wiha bi lêv kir: "Îro, em bi hev re ne ku di vê hewayê de li ser navendên hevgirtinê û xizmetên piştgiriyê yên li ser jinan biaxivin. Ji ber ku em dizanin ku rêya têkoşîna li dijî şîdeta mêran li hember vê paşveçûnê ew e ku em tiştê ku em herî baş dizanin bidomînin, ango li dijî şîdeta mêran hevgirtinê ava bikin û tevî ne gengaziyan jî li rêyên alternatîf bigerin da ku vê yekê bikin."   Selîme Buyukgoze diyar kir ku di çarçoveya konferansê de dê mînakên ji Danîmarka, Fransa, Îtalya û Spanyayê werin parvekirin û bal kişand ser girîngiya nirxandina ezmûnên welatên cuda di çarçoveya şert û mercên Tirkiyeyê de.    Piştî axaftina vekirinê ya Selîme Buyukgoze konfrenas bi axaftinan berdewam kir.