Xizmên Windayan daxwaza darizandina kujeran kirin 2026-10-10 14:03:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û rêveberên şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlihê û Colemêrgê weke her hefteyê li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer werin cezakirin. Li Amedê hate xwestin ku faîlên 11 welatiyên di binçavan de hatin kuştin werin darizandin.   Çalakiya Xizmên Windayan û rêveberên şaxên ÎHDê yên Amed, Êlihê û Colemêrgê berdewam dike. Li Amedê li faîlên 11 welatiyên ku di 9ê Cotmeha 1993yan de li Pasûrê hatibûn windakirin, hatin pirsîn. Li Colemêrgê jî li faîlên Haci Ahmet Er hate pirsîn. Li Êlihê jî qurbaniyên Komkujiya 10ê Cotmehê hatin bibîranîn.   Amed   Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHDê ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 922'yemîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê ya Amedê berdewam kir. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. ÎHD'ê û Xizmên Windayan di çalakiya vê hefteyê de li faîlên 11 welatiyên sivîl ku di 9'ê Cotmeha 1993'yan de li gundê Mezraya Kepirê ya bi ser navçeya Pasûrê ya Amedê ve hatibûn windakirin, pirsîn û xwestin faîl bên darizandin.‘Faîl hê jî tên parastin’   Pêşî Sekreterê ÎHDê yê Şaxa Amedê Firat Akdenîz axivî û da zanîn ku 31 sal in ew ji bo kesên hatine windakirin li ber xwe didin û wiha axivî: “Wê rojê ve heta niha em pirsîna aqûbeta 11 gundiyên ku careke din me agahî ji wan negirtiye dikin. Mixabin ev 11 gundî jî yek ji mînakên pir diyar û pir eşkere yên vê polîtîkaya cezayê ya sedsalî ne. Li ber çavê her kesî ew mirov çûn û hatin birin û hatin tunekirin û ew fail hêj jî tên parastin û mixabin em di pir caran de hîn jî lîstikvanên vê karî li ser televîzyonan dibînin û canê me diêşe mixabin.”   ‘Em dest ji daxwaza edaletê bernadin’   Metna serpêhatiya windakirina 11 gundiyan ji aliyê endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'a Amedê Mûrat Yuksek ve hate xwendin. Mûrat Yuksek da zanîn ku çend sal derbas dibin bila bibin ew ê ji bo Mehmet Salîh Akdenîz, Celîl Aydogdu, Behçet Tûtûş, Mehmet Şerîf Avar, Hesen Avar, Bahrî Şimşek, Mehmet Şah Atala, Tûran Demîr, Abdo Yamuk, Nusredîn Yerlîkaya, Umît Taş ên ku di binçavan de bi darê zorê hatin windakirin û ji bo hemû windayan ew ê dest ji daxwaza edaletê bernadin. Mûrat Yuksek wiha got: “Divê dewlet di çarçoveya rêgezên hiqûqa gerdûnî de tevbigere û faîlan derxe holê.”   Çalakiya xizmên windayan bi deqîqeyek çalakiya rûniştinê dawî bû.   Colemêrg   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin.” di hefteya 248an de li Kolana Hunerê ya Geverê ya Colemêrgê li dar xist. Di vê hefteyê de jî aqûbeta Haci Ahmet Er ê ku di 15 tebaxa 1995an de li gundê Marufan a navçeya Çelê ya Colemêrgê di bin çavan de hatibû windakirin, hate pirsîn.   Di destpêka çalakiyê de qurbaniyên Komkujiya 10ê Cotmeyê ya Gara Enqereyê hatin bibîranîn û ji bo wan edalet hat xwestin. Piştre metna daxuyaniyê ji aliyê rêveberê ÎHDê yê Colemêrgê Musa Bor ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev 31 sal in kujerên Haci Ahmet Er nehatine darizandin û divê lêpirsîneke bibandor û berfireh bê kirin.   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   Êlih   Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 758emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de qurbaniyên Komkujiya 10ê Cotmehê hatin bibîranîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê, Xizmên Windayan, Partiyên siyasî yên bajêr, Dayikên Aştiyê, aktivistên TJAyê û gelek endamên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes tev li bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatine windakirin hildan. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê ÎHDa Êlihê Ahmet Şîray ve hate xwendin.   Piştî daxuyaniyê girseyê berê xwe da ser Goristana Girbereşkê û qurbaniyên komkujiya 10ê Cotmehê bi bîr anî.   Riha   Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê û Xizmên Windayan di hefteya 85an de çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” li dar xist. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Parqa Novadayê ya Navçeya Xelîliyê ya Rihayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ji wêneyên windayan hatiye çêkirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. ÎHD' ê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Bedîrhan Tuysuz ê ku di sala 1979an de li gundê Kilicinê yê navçeya Curnê Reş a Rihayê bi zorê hatibû rewandin û careke din agahî jê nehatibû girtin, hate pirsîn. Endamên saziyên sivîl û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de serpêhatiya windakirina Bedîrhan Tuysuz hate xwendin.   Daxuyanî piştî deqeyek çalakiya rûniştanê bi dawî bû.   Îzmîr   Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê jî ji bo windakiriyên di binçavan de li ber avahiya ber Sumerbankê ya Kevn a li Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Winda wijdana me ne, xwedî li wijdana xwe derkevin” û “Winda diyar in, kujer li ku ne?” ku wêneyên windayan li ser bûn hatin vekirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê endamê Desteya Rêveberiya ÎHDê Denîz Bayrak ve hate xwendin. Di daxuyaniya li Îzmîrê de jî li faîlên 11 welatiyên li Pasûrê di binçavan de hatibûn kuştin, hate pirsîn.   Piştî daxuyaniyê girseyê pênc deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî.