Rumeysa Çamdereli: Ezmûna esas di komîsyonan de tê dayîn 2026-10-15 09:03:14   Melek Avci   ENQERE- Rumeysa Çamderelî da zanîn ku di pêvajoyên aştiyê de ezmûna esas a peymanan di komîsyonên tên avakirinê de tê dayîn û got: “Bêdengbûna çekan bi nirx û girîng e. Lê ya ku aştiyê mayînde bike, destkeftiyên civakî û demokratîk bi hev re bê hûnandinê ye.”   Enstîtuya Pêşkteina Demokratîk (DPI) di navbera 23-26’ê îlonê de di çarçoveya Bernameya Navneteweyî ya Danûstandina Berawirdî de,  tecrubeyên jinên pêvajoya aştiyê ya Îrlandayê hat nîqaşkirin. Ji Tirkiyeyê jî heyeteke ji nûnerên civaka sivî lû parlamenerên jin pêk dihat tevli civînê bûn. Di civînê de li ser girîngya rol û mîsyona jinan a di mekanîzmayên biryarê yên pêvajoya aştiyê hat sekinandin.   Dildara Komeleya Jinan a Havle Rumeysa Çamderelî ku tevli bernameyê bû der barê civînê de, rola jinan a di mekanîzmayên muzakereyê de û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de axivî.   ‘Hedef ev bû ku tecrubeya Îrlandayê  bê Tirkiyeyê’   Rumeysa Çamderelî  bal kişand ser armanca pêkanîna bernameyê û got: “Bername ji aliyê bernameya guherînê ya DPI (Democratic Progress Institute) pêkhat. Navê wê yê dirêj Bernameya Navneteweyî ya Danûstandina Berawirdî ye.  Li ser rola jinan a di pêvajoya aştiyê de disekinî. Hedefa esas ev bû ku tecrubeya Îrlandayê bibin Tirkiyeyê.”   ‘Pêşketinên li Tirkiyeyê girîng hat dîtin’   Rumeysa Çamderelî got di bernameyê de pêvajoya aştiyê bi aliyên cuda re hatiye nirxandin û got: “Bername pir zêde bûn. Me derfet dît ku em ji aliyên cuda pêvajoya aştiyê guhdar bikin.Bername bi gelek  aliyên cuda hatibû organîzekirin. Ji ber vê jî aliyê nîqaşkirinê hinek kurt ma. Di nîqaşan de rewşa pêşketina li Tirkiyeyê girîng hat dîtin. Qanûna mayînde û atmosfera piştî vê watedar bû. Civîn bi awyekî ku em jî piştgiriya xwe parve bikin hatibû amadekirin. Pirs û parvekirin li gorî pêşketinên rojane çêbûn.”   ‘Tevî evqas sal hîna pêvajo temam nebûye’   Rumeysa Çamderelî di berdamiyê de wiha anî ziman: “Pêvajoya aştiyê ya Îrlandayê 30 sal berê hatiye jiyîn. Ligel vê hîna pirsgisrêkên nehatine çareserkirin hene. Ji bo min yek ji mijara ku herî zêde bal dikişand ‘Îna bi Xêr’ e û tevî 30 sal di ser re derbas bûye hîna pêvajo tam temam nebûye. Alî piştî evqas sal hîna qadên aloziyê didomînin.  Di nîqaşan de rola ku jinan di pêvajoya Îrlandayê de girtiye ser xwe derket pêş. Mijara din jî rola jinan di pêvajoya aştiyê ya Îrlandayê de bû. Ev nokteyek balkêş bû. Jinan tenê nîqaş nekirin, wek parçeyeke pêvajoya aştiyê bûn.Ev mirov kelecanî dikirin.”   ‘Ezmûna esas di komîsyonan de tê dayîn’   Rumeysa Çamderelî diyar kir ku kesên di bernameyê de diyar kirin ku kesên di aştiyê de rol girtine dersa herî girîng ya jê derxistine mekanîzmayên piştî lihevkirinê hatine avakirine û wiha got: “Çend ders derketin pêş. Yek ji van ya herî girîng ev bû ku, piştî lihevkirinê ezmûna herî girîng komîsyonên hatine avakirinê bûn. Serkeftina komîsyonên ku bêçekbûn piştrast dikir, şopandin dikir û bi paşerojê e dihat rû hev, girêdayê tu tiştî bû;Ji her du aliyan jî kapasîteyeke şopandinê ya rast û temsîlî bû. Ya din jî mijara ziman bû; Çawa ku aliyan ‘daxwazên xwe’ axaftine pêşketin çêbûye.”   ‘Jin bi rêxistibûna xwe li maseya muzakereyê runiştin’   Rumeysa Çamderelî  balkişand ser tecrubeya jinan a di pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Îrlandayê û wiha anî ziman: “Li Bakurê Îrlandayê jinan bi rêxistibûnên xwe li ser maseyê cih girtin. Di 1996’an de hilbijartineke ku wê kî tevli hevdîtinan bibe dihat kirin. Di partiyan de jin tune bûn. Rêxistinên jinan ji bo vê ewil di partiyan de lobiyek kirin û dema encam negirtin Koalîsyona Jinan a Bakurê Îrlandayê avakirin û li ser maseyê girtin.  Pêvajoya aştiyê ya li Îrlandayê raste rast li Tirkiyeyê pêk nayê lê divê alî daxwazên xwe bi aşkera bigirin dest.  Qadek rast, samîmî û bi îstîkrar ferz e. Mîsyona dewletê ev e ku qadek rast û samîmî vebike. Bêdenbûna çekan bi nirx û girînge. Lê ya ku aştiyê mayînde bike, destkeftiyên civakî û demokratîk bi hev re bê hûnandinê.”