Bîranîna pakrewanan bi dawî bû: Şehîd rûmeta gelan e 2026-10-15 15:55:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Merasîma bîranînê ya ji bo 26 pakrewanên YJA Star û HPG'ê bi dawî bû.   Bîranîna 26 pakrewanên YJA-STAR û Hêzên Parastina Gel (HPG) ên ji bajarên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê ku di demên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dabûn, li bajarê Qamişloyê, li Stadyûma Heysem Kiço pêk hat. Bi hezaran kes li stadyûmê kom bûn û cangorî bi bîr anîn.   Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatma El- Cansim li ser navê pêkhateya Ereb axivî û got: “Şehîd li cem xwidê zindî ne. Em şahadeta 26 şehîdan li meclîsê pîroz dikin. Dayîkên şehîdan silav dikin. Zarokên wan ji bo azadiyê gihiştin asta herî bilind.  Ev nîşaneya hevgirtina gelê Kurd, Ereb, Siryan û Ermen e. Wê fitne bi ser nekevin.”   Fatma li ser şehîdan helbestek xwend.   Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso 26 leheng bîr anî û got: “Bi rihê van şehîdan tevahî şehîdan bi bîr tînim. Gelê me yê amade şahadet tiştekî pîroz e, lewma destpêkê li tevahî malbatên şehîdan û gelê Sûriyeyê pîroz dikim.   Ev du rojin dîmenên nû li ber çavê me diçe û tê. Dîmenê ku malbata şehîdan bêjin em serbilindim, serfiraz im. Min weke malbateke welatparêz di nava meclîsa malbatên şehîdan de cihê xwe girt. Ev tiştek pîroz e. Jiyana azad û wekhev yên ji me re vê jiyanê mîsoger dikin ev şehîdin, ên em anîne vê rojê ev şehîd in. Ên xwe dane felsefe, çand û paradîgmayek mezin ev şehîd in. Her şehîdek destanek e. Lê tenê gotin têrê nake. Jİ gotinê zêdetir sozdayîn e. Em çawa karibin berpirsyariya xwe li hemberî şehîdan pêk bînin. Ev şehîd Kurd û Ereb in. Berê jî Xiristiyanan jî cihê xwe di nava şehîdan kiriye. Bi rihê van şehîdan Ereb û Kurd yekîtiya xwe ava dikin. Ev encama fikr û feslefeya rast e. Bandora xwe ne tenê di nava civakê de, ji wê zêdetir di nava zarok û ciwanan de daye çêkirin. Ev zarok û ciwan bi vî rihî têne avakirin. Bi vê destanê jiyanê ava dike. Ev şehîd jî zarok bûn û dengvenda şehîdan bihîst. Em jî serbilind in di van rojên pîroz hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê di felsefeya civaka demokratîk, vîna hevdû nas dike. Naskirina me bi hêza van şehîdan e.    Naskirina me di cîhanê de ji ber ked û lehengiya van şehîdan e. Rih bi şehîdan re xurt dibe, yekîtî bi şehîdan re çêdibe. Nimûneyên şirîkatiyê derdikevin pêş. Li ser nirxên pîroz entegrasyon pêş dikeve. Yên ne razî ew pirsgirêka wan e. Êdî keşitiya azadiyê dimeşe. Şehîd bang dike, ji bo gelekî canê xwe daye. Ji bo exlaqê mirovahiyê canê xwe dide. Ji bo azadiyê xwe kiriye berdêl. Her kesê xwe li hemberî van lehengan deyndar bibîne. Ji bo vê jî em têkoşîna azadiyê xurt bikin. Em xewn û xelayên van şehîdên xwe pêk bînin. Gelê Kurd, Ereb, Siryan, Ermen tevahî pêkhatî li benda pêşerojeke wisa ne. Em ber bi rojên ku şer di nava gelan de raweste ve diçin. Pêvajoya ku Rêber Apo pêş xistiye, armanca wê rawestandina şer e. Em azadiya gelan li cem Rêber Apo dibînin.”   Li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Mihemed El- Qadirî axivî û silav li canê pakrewanan kir. Şêx Mihemed wiha axivî: “Xwidê tevahî maf daye gelan ku bi ziman, çand û mafê xwe bijî. Em ji şehîdan re dibêjin em bi we hene. Gelê Kurd bi sedên salan di bin zilm û zorê jiyan kir. Bi saya van lehengan me welatê xwe ava kir. Destkeftiyên ku sed salan me nedîtin me niha dît. Bi berxwedan û hebûna we, divê em bidomînin. Rêya herî rast, îslama herî rast ewe ku mirovahiyê biparêz e. Ew jî felsefeya vê partiyê ye. Em vê rêya pîroz tu caran bernadin, em soz didin bi canê pakrawanên xwe emê li ser rêya wan bin, heta mafê gelê xwe bistînin”.   Li ser navê Kongra Star Şaha Xelîl axivî. Şaha Xelîl sersaxî ji malbatên 26 pakrewanan û tevahî malbatên şehîdan re xwest û wiha got: “Em li beranberî hest û dîmenê van dayîkan, em nikarin pesnê lehengiya van lehengan û van malbatên welatparêz bidin. Ev malbatên ku çand û hebûna xwe parastin, bê guman dê ev leheng ji wan malbatan derkevin. Em ne aşiqê xwînê ne, em ne berxê ber kêrê ne. Lê dema dewletên desthilatdar ku bi salane dixwazin me qir bikin, bê nasname bikin, îro keç û kurtên me ev rê hilbijartin. Xwe spartin fikir û feslefeya Rêber Apo. Dê rêya van şehîdan wê soza bilindkirin têkoşînê be. Heta armanca wan pêk bê, emê xwedî li şopa wan û daxwaza wan derkevin. Şehîd rûmeta gelan e.”   Li ser navê Meclîsa Bajarê Dirbesiyê Silêman Xelîl axivî û wiha got: “Em di hizûra malbatên şehîdan û gelê hazir de sersaxiyê ji tevahî şehîdan re dixwazin. Em şehîdan bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Bi saya şehîdên tevgera azadiyê û PKK’ê, em gihiştine van rojan. Kevir bi kevir me şehîd danîne. Di şert û mercên zehmet de gavek paş de neavêtin. Ser fikrê Serok Apo, jina azad û ciwanên berxwedêr me 50 sal li ber xwe da. Me bi hezaran şehîd dan û hezaran destkeftî bi dest xistin. Eger ew nebûna îro li herçar parçeyên Kurdistanê me nedikarî em bêjin em Kurd in. Ev bi saya xwîna tevgera azadiyê ye. Me li hemberî dijminên dîrokî, NATO’yê li ber xwe da. Li hemberî her zilm û zorê me li ber xwe da. Em çiqas helbesvan û nivîskar bin em nikarin keda van şehîdan bînin ziman. 27 sal Rêber Apo di bin zextên herî zehmet de girtîgehan kir dibistanek dîrokî. Heta yek ciwan, mamoste, Kurd hebin, emê têkoşîna tevgera azadiyê û Rêber Apo ji bîr nakin. Em şopdarên şehîdan û Serokê xwe bin. Em ê projeya entegreyê bibin serî û serkevin.”   Piştî axaftina Silêman Xelîl xwendekarên ku beşdarî merasîmê bibûn, sirûda netewî “Ey Reqîb” xwendin.   Li ser navê Meclîsa Bajarê Hesekê Mihmed Eşref Elî bi navê Meclîsa Hesekê şehîd bîr anîn û wiha axivî: “Di dîroka PKK’ê de pêvajoyek şer derbas bû. Heta banga Rêber Apo pêvajoya şer qediya. Dewleta Tirk bi tevahî hêz, çekên giran û kîmyewî bi ser PKK’ê de çû. Lê PKK heta îro hat. PKK’ê bi berxwedanek mezin, bi van ciwanan pêvajoya şer serkeftî derbas kir. Heta ku nasnameya Kurd li cîhanê hat naskirin. Dewleta Tirk fêm kirin ku bi şer nikare serbikeve û PKK’ê tê bibe. Dewleta Tirk kete rewşeke pir xirab. Ji ber wê xwe avêt Îmraliyê. Îro Îmralî Tirkiyeyê û tevahî pêkhateyan diparêz e. Îro di hindirê Îmraliyê de Serok Apo me tevahiyan diparêz e. Em jî li dora wî ne û emê jî wî biparêz in. Em xwediyê van gerîllayan e ku tevahî hêza xwe dan û em anîn vê rojê.”   Li ser navê Meclîsa Bajarê Dêrikê Ciwan Elî axivî. Ciwan Elî sersaxî ji malbatên 26 pakrewanan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd re xwest û tevahî şehîdên azadiyê bîr anî. Ciwan Elî wiha pê de çû: “Şoreşa me berhemê keda şehîdan e. Eger îro gelê me û yê herêmê derfetên azadî û jiyaneke bi rûmet bi dest xistine, saya keda şehîdan in. Em ji bo pêşengên jiyana azad em çi bêjin dê kêm bimîne. Li ku hatiye xwestin wan parastina gelê xwe kirine. Di rewşên herî zehmet de ji bo azadiya gelê xwe û jiyaneke bi rûmet hertiştên xwe dane me.    Îro li Qamişlo, duh li Dêrikê, sibe li Hesekê û dusbe li Kobanê dê şehîd bêne bîranîn. Lê tişta balkêş nêzîkatiya malbatên şehîdan bû. Li gel êşek mezin, lê bi moral û sekna xwe moraleke mezin da şoreşa me. Madem malbatên şehîdan şehîdê 2-3-4’emîn bi tilîliyan pêşwazî dike, dê kes nikare careke din vî gelî kole bike. Gelê Kurd biryara azadiyê girtiye. Weke gelê welatparêz û malbatên şehîdan, ji bo xwedîderketina li keda şehîdan berpirsyartiya me giran e. Şopandina xeta şehîdan di pratîkê de, bi dirûşman nabe, bi leşkerî, siyasî, qanûnî de bi malbatên şehîdan mabe dê gelê me serbikeve. Divê em xeyal û armancên wan bijîn û bidin jiyîn.    Em stratejiya Aştî û Civaka Demokratîk, em di hizûra şehîdan de soza xwe bi Rêber Apo re nû bikin. Em bi navê we teva komploya navnetewî di sala 28’an de şermezar bikin. Me çawa ew komploya li hember Rêber Apo û gelê Kurd vala derxist, emê tevahî komployan vala derxin. Em li vir dîsa soza xwe nû dikin.”   Li ser vanê Meclîsa Bajarê Girgê Legê Qehreman Mihemed axivî, xêrhatina tevahî haziran kir, di kesayeta 26 pakrewanan de tevahî pakrewanên têkoşîna azadiyê bîr anî û wiha domand: “Wêne û xwîna şehîdan pesnê xwe didin, em çiqas bêjin jî kêm e. Ciwanên herî zana di vê rêyê de canê xwe dan. Li qadê dema malbatên hevalên me yên Ereb bi tilîlî û çepikan şehîd pêşwazî kirin. Xwîna Kurd û Ereban tevlîhev bû. Em gelê vê herêmê ye. Em ê serê xwe li hember tu kesî netewînin. Em ê heta dawî li ber xwe bidin, serkeftin ya me ye binkeftin ya dijminê me ye.”   Li ser navê Meclîsa Bajarê Amûdê Newroz Elî axivî û tevahî pakrewanên azadiyê bîr anî û got: “Bi rihê Bêrîtan, Zîlan, Rustem û Egîdan em 26 şehîdan bîr tînin. Jİ bo malbat û hevalên wan sersaxiyê dixwazin. Welatê ku bi xwîna şehîdan hatine avdan tu car nayê şikandin. Soza me heta dawî bi şehîdan re ye, em ê şopdarên xeta wan bin.”   Piştî axaftinan sînevîzyona “Çiyayê Azad” hat nîşandan. Di sînevîzyonê de Fermandarê Giştî yê HPG’ê Murad Karayilan sersaxî ji bo malbatên pakrewanan xwest û li ser lehengiya şehîdên Rojava û gelê Rojava axivî. Her wiha bal kişand ser kompoloya 6’ê Çileya 2026’an li dijî Rojava hat kirin û got: “Komployek cîhanî bû. Lê şehîdên Rojava vala neçûye, berhemek ava kiriye. Tişta dikeve ser milê herkesî çiye van berhemên şehîdan biparêz in. Şoreşa Rojava berhemê şehîdan e. Nîjadperast dixwazin gelan berdin hev. Gelê Kurd û Ereb bi hev re xwîn rijandiye. Hinek dixwazin xirab bikin. Em dizanin kî li pişt e. Li vir entegrasyon girîng e. Entegrasyon yekbûne, divê herdû alî hebûna xwe biparêz in. Divê saziyên fermî weke feqîran ranewestin, bêjin em li vir in. Êdî têkoşîna siyasî girîng e. Gelê Rojava ne bi tenê ye, tevahî Kurd li pişt sekiniye. Di şer de diyar bû.”   Di dawiyê de bawernameya 26 pakrewanên, radestî şehîdan kirin. Merasîm bi tilîliyên malbatên 26 pakrewanan û dirûşmên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.