KJK'ê banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava kir 2026-10-16 14:27:56   NAVENA NÛÇEYAN - KJK'ê diyar kir ku her êrişa li ser Rojava êrişa li dijî Kurdan, jinên Kurd û tevahiya mirovahiyê ye û bang li her kesî kir ku xwedî li şoreşa mirovahiyê ya Rojava derkevin.   Koordînasyona KJK'ê têkildarî êrişên li ser nirxên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:   "Beriya her tiştî di şexsê şehîdên Rojava de yên hatin ragihandin em şehîdên şoreşê hemûyan bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja re dixwazin. Weke ewladên bi rûmet ên mirovahiyê wan ji bo pêkanîna armanca jiyana azad têkoşîneke mezin meşandin û tevlî karwanê nemiran bûn. Di serî de xelkê Rojava, malbatên wan û hevrêyên wan em bang li mirovahiyê dikin ku xwedî lki nirxên şervanên me yên azadiyê û jiyana bi rûmet derkeve û ji bo dilsoziya bi bîranîna wan re beşdarî avakirina civaka azad û demokratîk bibe.   Gelê Kurd li dijî polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê bi dayina berdêlên giran têkoşîn û berxwedaneke bi heybet meşand. Ev têkoşîna ku me bi pêşengiya jinê meşand, rê li ber şoreşan û guherîna civakî vekir. Şoreşa Jinê ya Rojava weke asta herî bilind a mîrate û danheviya dîroka têkoşîna jinê û têkoşîna me ya 53 salan kete meriyetê. Şervanên azadiyê bi pêşengiya jinên Kurd li dijî çeteyên DAÎŞ'ê dîrok li aiyê gelan jinûve bi tîpên zêrîn nivîsandin û ispat kirin ku jiyaneke alternatîf dikare bê avakirin. Bi vî rengî ji cîhanê re bûn hêvî.   Li dijî jin û gelê Rojava ku hêvî, xeyal û wijdanê mirovahiya bi rûmet temsîl dikin, polîtîkayên qirkirinê û metirsî dewam dike. Êrişên ku bi Helebê destpê kir û bi Kobanê û Hesekê dewam kir, li dijî nirxên demokrasî û azadiyê ne ku bi pêşengiya jinê hatin afirandin. Ev êriş li hemberî pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' a ku Rêber Apo di 27'ê Sibata 2025'an de da destpêkirin û di şexsê Rojava de li dijî alternatîfa jiyana hevpar a gelan hate kirin.   Ji van êrişên li Rojava li dijî têkoşîna hevpar a gelan, li dijî nirxên bi berdêlên mezin hatin afirandin, li dijî sembol, sazî û xelkê me yê welatparez bi rengekî daîmî têne kirin, ne gelên qedîm ê Sûriyeyê, lê belê hikumeta Şamê, hevkar û çeteyên wan berpirsyar e. Dewleta Tirkiyeyê û hêzên navneteweyî jî ji ber ku piştgiriyê didin polîtîkayên êrişkariyê yên li ser cihêrengî, gelan, çand û baweriyan, yan jî ji ber ku êrişan asteng nakin, di heman astê de berpirsyar in. Ev êriş ji polîtîkayên navneteweyî cuda nikare bê dîtin û eger dewam bike wê di serî de gelên Sûriyeyê gelên herêmê hemû zerarê jê bibînin. Ev êrişên li Rojava û Sûriyeyê li dijî gelê Kurd û mezlûman têne kirin, revandina mirovan, qetilkirina mirovan a ji ber nedana fîdyeyê, êrişa li ser saxiyên bi keda şehîdên me yên mezin hatine afirandin û destdirêjiya li nirxên me israra li ser şer e, israra li ser polîtîkaya qirkirinê ye. Ya ku nekarîn bi rêbazên dagirkeriyê yên leşkerî bikin, hewl didin bi provokasyon û komployan, bi rêbazên şerê psîkolojîk û taybet, bi amadekirina bingehê re bikin û bajaran dagir bikin. Êrişên qirêj ên bi rojan e di serî de li Hesekê li hemberî nirxên gelê Kurd têne kirin, provokasyoneke eşkere ye û polîtîkaya bê Kurd hiştina herêmê ye. Divê ev yek bê zanîn; yên ku dixwazin jiyana hevpar a jinan û gelên Rojava, têkoşîna li ser bingeha perspektîfa Sûriyeya Demokratîk û têkiliya demokratîk a bi dewleta Sûriyeyê re ji bo armancên xwe yên qirkirin û tasfiyeyê bi kar bînin, wê winda bikin.   Ti civakek dîrokî û yên ku li pey jiyaneke birûmet in, li hemberî êrîşên li ser hebûn, nasname û nirxên xwe bêbertek namînin. Wekî ku berê di berxwedana Kobanê û Bendava Tişrînê de çêbû, ev berxwedan, ruhê yekitiya gelên demokratîk û têkoşîna jiyana azad a jinên ku di pêşengiya Arîn û Denîzan de bi porên xwe yên hûnandî bûn sembol, dê bi ser bikeve. Li ser vî bingehî, hemû gelê me yê Rojava û jin bi berpirsiyariyeke dîrokî re rû bi rû ne; ku hebûn, azadî û pergala xwe ya civaka demokratîk biparêzin û li dijî êrîşan têkoşînê di asta seferberiyê de bidomînin. Gel û jinên Rojava dê li dijî vê zîhniyet û siyasetên ku êrîşî nasname, nirx, hebûn û civakbûna gelê me dikin ku bikar anîna zimanê zikmakî heta sê saetan kêm dikin berxwedana civakî û avakirina civaka demokratîk pêk bînin û komployê têk bibin.   Her kes dizane ku her êrîşa li ser Rojava, li dijî hemû Kurdan, jinên Kurd û hemû mirovahiyê ye. Li hemberî van êrîşên li ser hebûna Kurdan, gelê Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava neçar in ku vê plana navneteweyî vala derxin. Îro roja xurtkirina yekitiya neteweya Kurd a demokratîk a li dora Rojava û roja têkoşînê ye. Jinên Kurd li Kurdistanê û li ku derê bin, divê di asta seferberiyê de xwedî li Şoreşa Jinan a Rojava derkevin û bi çalakiyên hevpar ruhê yekitiya neteweyî di qadan de xurt bikin.   Li dijî van siyasetên mêrparêz, zayendperest û neteweperest ku dijberî jin û azadiyê ne; em tevgerên civaka demokratîk ên li pey jiyana alternatîf, mirovahiya biwijdan û birûmet vedixwînin ku rê li ber komkujiya Kurdan ku van rojan di şexsê Hesekê de provaya wê tê kirin bigirin û xwedî li vê şoreşa mirovahiyê derkevin, di asteke navneteweyî de bibin dengê gelê Rojava."