Konferansa Jineolojî: Civaka komînal wê bi têkoşîna jinan were avakirin 2026-10-17 15:37:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Di roja 2’yan a Konferansa Jineolojiyê ya Ewropa de avakirina civaka komînal a demokratîk hate nîqaşkirin. Dilar Dîrîk desnîşan kir ku divê astengiyên zihniyetê bên derbaskirin. Meral Çîçek jî got, civaka demokratîk bi têkoşîna jinan dibe.   Konferansa Jineolojiyê ya têkildarî nexşerêya dema nû, lî bajarê Haelen ê Hollandayê dewam dike. Di roja 2’yan a konferansê de ku nêzî 150 delege beşdar bûne, avakirina civaka demokratîk a komînal, veguherîna îdeolojiya rizgariya jinê ber bi hêza polîtîk ve û pêşxistina rêxistinbûna civakî hate nirxandin.   Ji xeynî xebatkarên Jineolojiyê, meclîsên jinan û nûnerên rêxistinên komînan, saziyan, çapemeniyê, bawerî, çand-hunerê û dayik tevlî konferansê bûn. Di roja 2’yan a konferansê de têkildarî rêxistinbûna dema nû nîqaş hatin kirin.   Di rûniştina duyem a bi sernavê “Avakirina Civaka Demokratîk a Komînal: Di derbasbûna ji Îdeolojiya Rizgariya Jinê ber bi Polîtîkbûna Rizgariya Jinê ve de rola Jineolojiyê” de akademîsyen Dilara Dîrîk, Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Meral Çîçek û endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya semîner dan. Piştî semîneran delegeyan têkildarî pêşxistina rêxistinbûna civakî nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin.   Akademîsyen Dilar Dîrîk têkildarî sosyalîzma reel semînerek da û bal kişand ser astengiyên zihniyetê ya li pêşiya veguherîna civakî û lêgerînên rêxistinbûna nû.   Dilar Dîrîk diyar kir ku divê fêrbûnên heyî û zihniyeta sîstema mêrê desthilatdar were derbaskirin û îfade kir ku sosyalîzma reel ji ber ku rastiya xwe lêpirsîn nake, çêkerên hiyerarşîk ava dike.   Dilar Dîrîk destnîşan kir ku civak divê tevlî pêvajoyê biryardayînê bibe û ji bo pêdiviyên xwe alternatîfan pêş bixe.   Dilar Dîrîk bilêv kir ku kooperatîf û aboriya alternatîf were pêşxistin û got, ji bo pêşxistina rêxistinbûnên nû divê jiyana komînal bi kelecan û afirêneriyê were nirxandin.   Banga rêxistinbûnê   Bi moderatoriya endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya nîqaş hatin kirin û behsa şopandina encamên xebatên perwerdeyê, derbaskirina nêzîkatiyên hiyerarşîk û burokratîk, tevlîbûna ciwanan a rêxistinbûnan û avakirina têkiliyên demokratîk hate kirin.   Di nîqaşan de pêşniyar hate kirin ku ji bo pêdiviyên ciwanan û zarokan bername bên pêşxistin, rêxistinbûn were mezinkirin û xebatên perwerdeyê bên domdarkirin.   Divê hêza rêxistinkirî were bidestxistin   Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Meral Çîçek bi sernavê “Îdeolojiya Rizgariya Jinê wê çawa veguhere hêzeke polîtîk a rêxistinkirî; Jineolojî di vê veguherînê de bi kîjan zanist, rêbaz û amûran cih digire?” semîner pêşkêş kir. Di semînerê de avakirina civaka komînal a demokratîk û rola azadiya jinê ya di vê pêvajoyê de hate nirxandin.   Meral Çîçek diyar kir ku ji destpêka tevgera azadiyê û vir ve jiyana komînal di bingehê feraseta rêxistinbûnê de cih digire û got, civaka komînal a demokratîk di roja me de girîngiyeke hîn mezintir bi dest xistiye.   Meral Çîçek bilêv kir ku sîstema kapîtalîst girêdanên civakî lewaz kiriye û destnîşan kir ku ji bo parastina nirxên civakî, jiyanê û siberojê divê rêxistinbûna komînal were xurtkirin.   Meral Çîçek bal kişand ser geşedanên siyasî yên li Rojhilata Navîn û îfade kir ku gelê Kurd ji bo parastina destkeftiyên xwe pêdivî bi rêxistinbûneke xurt dibîne.   Veguherîn bi têkoşîna jinê pêan e   Meral Çîçek, diyar kir ku di kurbûna pirsgirêkên civakî de qelsbûna rêxistinbûnê bi bandor e. Meral Çîçek, bal kişand ku li hemberî tundî, xwekujî, krîza aborî, pirsgirêkên nasnameyê yên ciwanan û windakirina nirxên çandî divê torên piştevanî bê xurtkirin.   Meral Çîçek, diyar kir ku misogeriya bingehîn a jiyana civakî exlaq e û destnîşan kir ku nabe têgeha exlaqê bi têgihiştina "namûsê" ya mêrserwer re bê tevlîhevkirin. Çîçek got: “Mebesta me ji exlaqê; pîvanên jiyaneke baş, bedew, rast û azad e.”   Çîçek, anî ziman ku veguherîna civakî tenê bi têkoşîna azadiya jinan pêkan e û got ku divê civaka komînal a demokratîk li ser bingeha azadiya jinê bê ava kirin. Çîçek, bal kişand ser girîngiya beşdariya zêdetir a jin û ciwanan a di nav rêxistinbûnê de.   Rêxistinkirina komînal   Meral Çîçek, destnîşan kir ku divê rêxistinbûna komînal a demokratîk vîna civakê esas bigire û got ku nîqaşa hevpar, biryardana bi hev re û pêkanîna biryaran a bi pêşengiya jin û ciwanan divê bibe pîvan.   Çîçek, anî ziman ku demokrasî tenê bi hilbijartinan pêk nayê û got ku divê hişmendiyeke rêxistinbûnê ya ku beşên cuda yên civakê digire nava xwe, bê pêşxistin. Çîçek, da xuyakirin ku divê komûn li gorî pêdiviyên hevpar bê cem hev û di navbera xwe de têkiliyên demokratîk ava bikin.   Jineolojî ji nû ve avakirina civakê ye   Çîçek, anî ziman ku divê jin ne tenê di asta nûnertiyê de, bi fikir û şêwaza jiyana xwe jî tevlî veguherîna civakî bibin. Çîçek, her wiha diyar kir ku Jineolojî di ji nû ve avakirina civakê de bingehê zanistî û îdeolojîk ê girîng e û destnîşan kir ku divê azadiya jinê di jiyana rojane û têkiliyan de cih bibe.   Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya, jî got ku di avakirina civakeke nû de divê ramana dogmatîk bê derbaskirin û hilberîna zanîna hevpar bê pêşxistin. Kaya, diyar kir ku Jineolojî dikare têkoşîna hevpar û piştrevaniyê ya di navbera jinên welatên cuda de xurt bike.   Pêşniyarên delegeyan   Di konferansê de delegeyan anîn ziman ku divê azadiya jinê bibe hêzeke siyasî û şêwaza rêxistinbûnê yên heyî bên pêşxistin. Pêşniyar hat kirin ku qadên hevdîtinê yên jinan bên zêdekirin û xebatên ku beşên cuda yên civakê digire nava xwe, bên dewlemendkirin.   Her wiha hat diyar kirin ku li hemberî tundiya li ser jinê û qirkirina jinan divê komîteyeke taybet bê avakirin. Hat pêşniyarkirin ku ji bilî civaka Kurd, ji bo beşên cuda yên civakê jî xebat bên xurtkirin.   Rûniştina duyemîn a Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê bi nirxandin û pêşniyarên ji bo rêxistinbûna demê bi dawî bû. Hat ragihandin ku konferans dê bi rûniştina sêyemîn berdewam bike.