Peyama hevpar: Niha dema jinê ye 2026-11-09 15:29:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek cihê TJA bi dirûşma “Bi hêza cewherî û bi vîna azad, niha dema jinê ye” starta çalakiyên 25'ê Mijdarê da û banga tevlîbûna li çalakiyan hat kirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) li gelek cihê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî bi dirûşma “Bi hêza cewherî û bi vîna azad, niha dema jinê ye” da.   Bedlîs    TJA li Bedlîsê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê da. Jinan li ber derê navçeya navendî ya Bedlîsê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de jinan banga tevlîbûna çalakiyan li hemû jinan Bedlîsê kirin ku li dijî tundiyê dengê xwe bilind bikin û vîna xwe ya azad nîşan bidin. Di daxuyaniyê de pankartên “Bi hêza cewherî û bi vîna azad, niha dema jinê ye” hat vekirin. Tevî aktivîstên TJA'yê, nûner û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî jî tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê aktivîsta TJA yê Nûrdan Îlbasan ve hate xwendin.    Nûrdan Îlbasan da zanîn ku pêwendiya wekhev, adil û lihevhatî ya di navbera jin û mer de ku bi hezaran salan domiya, li gorî berjewendiya mer û li dijî berjewendiya jinê hat serobinkirin. Nûrdan Îlbasan anî ziman ku pergala mêrperest ji bo jinan kuştin û girtinê dixwazin û wiha got: “Lê em wekî jin îsal jî 25ê Mijdarê bi gotina ‘Jin Jiyan Azadî’ û bi berxwedana xwe ya bi heybet pêşwazî dikin. Em ê bi têkoşîna xwe ya azadiyê ku sedema hebûna me ye, ji her roja salê bi hêrstir û bi biryardariyeke mezintir li qadan bin.”   Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.   Êlih    TJA, li Parka Zozan a li taxa Hilal a Êlihê bi daxuyaniyê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê da. Aktîvîstên TJA, nûnerên partiyên siyasî, hevşaredar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta bi nivîsa “Bi hêza cewherî û bi vîna azad, niha dema jinê ye” hat vekirin. Gelek caran dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana jinan" hat berzkirin. Daxuyanî ji hêla aktîvîsta TJA'yê Sevda Adirbellî ve hate xwendin.   'Em têkoşîna xwe berfireh dikin'   Parlamentera DEM Partiyê  Zeynep Oduncu Kutevi diyar kir ku ew ê li her derê, di her demê de têbikoşin û got, "Wekî Meclîsa Jinan, TJA û Meclîsa Jinan a DBP, em bi salan e li vê qadê dengê xwe bilind dikin. Bi salan e têkoşîna xwe berfireh dikin da ku li kêleka jin û zarokan bisekinin. Rêxistinbûn û gotin mafê herî mezin ê parastina xwe ye. Ji ber vê yekê em dibêjin ku têkoşîna rêxistinkirî mafek e, rêxistinbûn mafek e. Îro, me soz da ku em ê jinan biparêzin û li kêleka wan di her qada jiyanê de li kolanan, taxan, navçe û gundan bisekinin û em her roj, her kêliyê têbikoşîn da ku soza xwe bicîh bînin."