'Ji sê bajaran ji bo girtiyên nexweş bang kirin' 2026-11-13 15:15:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên ku li Stenbol, Êlih û Wan li dijî astengkirina berdana girtiyên nexweş hatin dayîn, hat destnîşankirin ku azadiya girtiyên jin parçeyeke bingehîn a aştiya civakî ye. Di daxuyaniyan de bang hat kirin ku divê binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan bi dawî bibin, "Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê" bên rakirin û girtiyên ku cezayê wan qediyaye, bên berdan.   Di demeke ku 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan nêzîk dibe, mijara azadiya girtiyên jin û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, bi rêya daxuyaniyên çapemeniyê yên li Stenbol, Êlih û Wanê hatin rojevê. Di daxuyaniyan de bal hat kişandin ser astengiyên ku girtiyên nexweş di gihîştina dermankirinê de rûbirûyê wan dibin, derengxistina berdana girtiyên ku dema cezayê wan qediyaye û her wiha rola jinan di pêvajoya ber bi aştiyê û civakeke demokratîk ve. Hat tekezkiirin ku di hawîrdoreke ku jin ne azad bin, avakirina aştiya civakî ne pêkan e.   Stenbol   Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Herêma Marmarayê (MATUHAYDER), bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî da û banga “Ji bo girtiyên jin azadî” kir. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên “Azadî nayê paşxistin; ji bo jinan edalet” û “Ji bo girtiyên jin azadî”, her wiha pankarteke ku li ser dihat gotin “Mafê berdanê nayê astengkirin; dawî li paşxistina înfazan bînin” hatin hildan. Dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” gelek caran hat berzkirin. Di çalakiya ku beşdariyeke berfireh hebû, endama Meclisa Dayikên Aştiyê  Sultan Bozkurt di serî de axivî.   Sultan Bozkurt di axaftina xwe de wiha got: “Pêvajoya ber bi aştiyê û civakeke demokratîk ve didome. Her çend ev pêvajo nêzî du sal in didome jî girtiyên me hîn nehatine berdan. Bi taybetî, divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Zarokên me hîn jî di bin zextê de ne ku poşmaniyê qebûl bikin; lê eger zarokên me poşman bûna, wan qet ev rê hilnedibijart. Di nava girtîgehan de siyaseteke taybet û armanckirî tê meşandin. Divê ew zarokên me bêyî derengxistinê berdin.”   Piştre  parêzer Elif Taşdögen li ser navê komê daxuyaniya çapemeniyê xwend.   ‘Em ê aştiyê bi hev re ava bikin’   Elîf Taşdogan 15'ê Mijdarê Roja li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bi bîrxist û got: “Bila Evîn Zapsu, Pinar Tîkît, Havva Ak, Hatîce Yildiz, Fatma Tokmak, Çîgdem Ozlu û hemû jinên girtî yên nexweş bên berdan! Li cihê ku jin ne azad bin, aştî kêm dimîne. Em li ser azadiya jinan, aştiyê û avakirina civakeke demokratîk a bi hev re israr dikin. Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê re, em careke din tekez dikin: em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku jiyaneke azad û wekhev pêk were; jiyaneke ku jin bi zext û tundiyê re rûbirû nemînin.”   Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.   Êlih   Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan] de, li pêşiya Edliyeya Êlihê bi dirûşma "Ji bo girtiyên jin azadî" daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di çalakiyê de rêveber û endamên TUHAY-DER'ê, "Dayikên Aştiyê", çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl amade bûn.   Di çalakiyê de pankartek ku li ser "Azadiya girtiyên jin nayê paşxistin" û her wiha gelek dowîzên ku dirûşmên wekî "Di aştiyê de dengê jinan heye", "Jin, jiyan, azadî", "Mafê jiyanê pîroz e", "Ji bo jinan edalet", "Azadî nayê paşxistin" û "Bêyî jinan aştî pêk nayê" li ser nivîsandî bûn, hatin hildan.   Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevseroka TUHAY-DER'ê Nûriye Başçi ve hat xwendin.   Nûriye Başçi, bi bal kişandina ser rola jinan di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dest bi axaftina xwe kir û wiha berdewam kir: “Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku em niha tê re derbas dibin, divê jin ne tenê wekî mijareke pêvajoya aştiyê bên dîtin; divê ew bibin mîmarên vê pêvajoyê. Ji bo vê yekê, divê jin beriya her tiştî azad bin. Divê jin aştiyê ne li pişt dîwarên girtîgehan, lê di nava civakê de, di her qada jiyanê de û bi îradeya xwe ava bikin. Aştiyek ku jinan li derve dihêle  aştiyek ku tê de îradeya jinan nikare bi awayekî azad xwe îfade bike, nikare bibe aştiyeke civakî ya rastîn. Aştî ne tenê bêdengkirina çekan an jî meşandina danûstandinên siyasî ye; aştî avakirina jiyanekê ye ku tê de dayik dikarin bi zarokên xwe re bigihîjin hev, jin dikarin bi awayekî azad bijîn û mafên bingehîn ên hemû kesan misoger be. Ji ber vê yekê, bidawîanîna binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan, dabînkirina gihîştina girtiyên nexweş ji bo dermankirinê û misogerkirina berdana kesên ku dema cezayê wan qediyaye, ji bo aştiya civakî şertên pêwîst e.”   Piştî daxuyaniyê, ‘Dayikên Aştiyê’ li ser navê girtiyan kevokên spî firandin. Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan!” bi dawî bû.   Wan   Platforma Wanê ya  Saziyên Demokratîk, ji bo protestokirina astengkirina berdana girtiyên nexweş û girtiyên siyasî, li Kolana Hunerê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de pankartek hat vekirin ku li ser peyamên: “Azadî ji bo girtiyên siyasî. Dawî li paşxistina neqanûnî ya berdana girtiyan bînin! Paşxistina neqanûnî ya berdanan rawestînin. Azadî ji bo girtiyên siyasî.” hebû  hat bilindkirin. Di tevahiya çalakiyê de dirûşmên wekî “Bijî berxwedana zindanan,” “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Tuncer Saglam rûmeta me ye” hatin berzkirin.   Daxuyaniya çapemeniyê, li ser navê komê ji aliyê  rêvebirekê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Wanê (TUHAYDER) Nedîm Şîpal ve hat xwendin.   Daxuyanî, ku tê de her wiha daxwaza rakirina “Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê” û berdana hemû girtiyên ku cezayê xwe qedandine hat kirin, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.