Di dozên Îpek Er û Gulistan Doku de polîtîkayên bêcezatiyê çawa hat meşandin? 2026-11-17 09:08:39   Şehrîban Aslan   AMED - Parêzer Gulan Çagin Kalelî polîtîkayên bêcezatiyê bi rêya dozên Gulistan Doku û Îpek Er nirxand û diyar kir ku bi saya israra malbatan û çapemeniyê lêpirsîn di rojeva raya giştî de ma û bal kişand ser girîngiya têkoşîna rêxistinkirî ya jinan a li dijî şîdeta mêran.   Berhevnekirina delîlan di wextê xwe de, di dozên windabûn, mirinên gumanbar û destdirêjiyê de, lêpirsînên dirêj û nêzîkatiya parastina kiryaran hemû bi awayê herî berbiçav polîtîkayên bêcezatiyê nîşan didin. Doza Gulistan Doku ku di 5'ê Çileya 2020'an de li Dêrsimê winda bû û çawîşê pispor destdirêjî li Îpek Er kir û bû sedema mirina wê, di rojeva raya giştî de ye. Ev yek nîşan dide ku dewlet çawa parastina kiryaran dike.    Bi nêzbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan jinan li qadan bal dikişînin ser polîtîkayên cezahiştinê. Têkildarê mijarê parêzer Gulan Çagin Kalelî, têkildarê dosyayên Gulistan Doku û Îpek Er ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.    Gulan Çagin Kalelî, di destpêka axaftina xwe de wiha behsa dosyayên Gulistan Doku û Îpek Er kir: "Yek ji erkên bingehîn ên dewletê ew e ku jinan berî ku binpêkirinên li dijî jiyan û bedena wan çêbibin biparêze. Erkên wê yên erênî hene, ango divê hawîrdorek ewle, hawîrdorek civakî ya ku jin tê de xwe rehet hîs bikin û bingehek ji bo bihêzkirina aborî peyda bike. Ne tenê ev erk nayên bicihanîn, lê di rewşa heyî de, dewlet bi xwe helwestek digire ku sûcdar di deverên ku binpêkirinên bingehîn ên li dijî jiyan û bedena jinan çêdibin de diparêze. Em bi berdewamî vê rexneyê radigihînin, qanûnên heyî û peymanên navneteweyî bi xwe bendên ku mecbûr in welatiyan, bi taybetî jinan, biparêzin ku di dozên şîdeta li dijî jinan de mijar in. Lêbelê, pirsa kî wan bicîh tîne, ew çawa têne bicîhanîn, an gelo ew bi tevahî têne bicîhanîn, ji perspektîfa me girîng e.   Mêkanîzmayên dewletê   Di doza Gulistan Doku û Îpek Er de, hevpariyek wisa heye; sûcdar an xeleka sûcdaran bê guman karmendên giştî an xizmên karmendên giştî jî di nav xwe de digirin. Di şert û mercên normal de, hêza ku em jê re dibêjin desthilatdariya giştî mecbûr e ku hem erkê xwe yê erênî bicîh bîne û hem jî dema ku binpêkirin çêdibe, ji wê gavê û pê ve bi bandor lêpirsîna sûcdar bike. Xala bingehîn a nêzîkatiya parastinê ya dewletê li vir ev e ku ew tevahiya pergala hiqûqî bi kodên xwe yên ku ji hêla mêran ve serdest in ava dike. Ger em bipirsin ku ev kod li ku û çawa ji nû ve têne xewdîkirin; ger sûcdar bi xwe, zîhniyeta sûcdar, perspektîfek zayendperest be ku ji hêla mekanîzmaya dewletê ve hatî hilberandin, wê hingê dewlet vedigere kodên xwe û sûcdar diparêze.   Gulistan Doku û veşartina delîlan    Tiştê balkêş di derbarê van her du dozan de, pêşî, di doza Gulistan Doku de, em hêzek giştî dibînin, hem li navend û hem jî li derdora sûcdar ku ji walî, cîgirên walî û malbatên wan pêk tê. Ev kes dikarin bi hêsanî bandora xwe bikar bînin û bi hêsanî delîlan veşêrin. Ew dikarin bigihîjin delîlên girîng ên ku divê di bin çavdêrî û kontrola rayedarên lêpirsînê de bin û wan ji holê rakin. An jî ew dikarin bigihîjin kesan û bi zext û zorê, wan delîlan ji holê rakin. Ew vê hêzê ji ku digirin? Ew ji nasnameyên xwe yên giştî digirin.   Gotina 'Dewlet li pişt min e'     Di doza Îpek Er de çi bû? Ew pozîsyona Mûsa Orhan wekî çawîşê pispor û tevgera wî ya bi gotina 'Dewlet li pişt min e' bû. Me ev yek di daxuyaniyên Îpek de pir zelal dît. Hêza aborî ya ji pozîsyona wî wekî karmendek dewletê derdikeve, hêza zorê û zextê, di kesê li hember wî de bandorek bêçareseriyê diafirîne. Ev hemî mekanîzmayên bingehîn in ku bêçareseriya welatiyan li hember dewletê xwedî dikin. Sedema ku dewlet di rewşên weha de, nemaze di rewşên tundûtûjiya li dijî jinan de, bêçalak dimîne ev e ku ew van bûyeran bi berdewamî bikar tîne da ku bingeha xwe ya desthilatdariyê xurt bike."   Afirandina çanda bêcezatiyê    Gulan Çagin Kalelî, diyar kir ku çanda bêcezatiyê li Tirkiyeyê xwedî dîrokeke dirêj e û wiha bi lêv kir: “Dewletê ev çand, hem di hundirê xwe de û hem jî bi rêya bûyerên ku dixwest peyamekê bişîne civakê, pêşxistiye û ew kiriye rêyek ji bo rêvebirina mekanîzmaya dadwerî. Bêcezatî dikare wekî wergirtina cezayên sivik an jî qet cezayek ji hêla sûcdaran ve were fêm kirin. Lêbelê, çanda bêcezatiyê bi vê yekê ve sînordar nîne. Ew bûye çandek ku kontrola hemî mekanîzmayên îdarî, dadwerî, civakî û siyasî digire dest, xwe bi van mekanîzmayan didomîne û di encamê de dihêle ku mirov xwe bêçare hîs bikin. Mînak, di salên 1990’î de, dema ku dewletê xwe ji hêla normên navneteweyî yên di derbarê windakirinên bi zorê û binpêkirinên mafên mirovan ên cidî de sînordar dît, wê red kir ku vê yekê qebûl bike, li şûna wê behsa hêzên ku ew wekî ‘kûr’ an jî tiştê ku em niha jê re dibêjin lidijnorman pênase kir, îdia kir ku wê ev kiryar nekirine. Rastiya îdîayek wisa bi civakê re, nemaze di nav gelên bindest û jinan de, deng nade.     Li Kurdistanê zordariya dewletê   Çima bersiv tune? Bi taybetî li herêma Kurdistanê, dema ku van binpêkirinan têne hesibandin mînakî, windakirinên bi darê zorê di salên 1990’î de, polîtîkayên taybet ên dijwar ên ku piştî 2013-2015’an pêş ketin û guhertin û veguherînên civakî, zordariya dewletê li Kurdistanê pir zelal xuya dike. Dema ku li van tiştan tê nihêrtin, pir ne mimkûn e ku dewlet bêxeber be, an jî organîzmayek li derveyî dewletê zindî bimîne û cihê wê bigire. Ji ber vê yekê, ew ne li derveyî dewletê ye, lê tam ji hundurê dewletê ye; ew rewşek e ku dewlet bi xwe nikare rave bike, rewşek ku ew hildibijêre ku nebîne û nebihîze, xeyalek li derveyî xwe diafirîne û her tiştî dispêre wî xeyalî. Wî xeyalî, wekî ku em jê re dibêjin, îro çandek pir zindî afirandiye û wê çandê bêcezatî afirandiye. Ji ber vê yekê çanda bêcezatiyê çawa xwe di dozên berbiçav de nîşan dide? Em li ser mînakên Îpek Er û Gulistan Doku diaxivin.”     'Berhevkirina delîlan pir girîng e'   Parêzer Gulan Çagin Kalelî, daxuyand ku berhevkirina delîlan pir girîng e ji ber ku her çend pergala dadwerî di hin dozan de pir teknîkî tevdigere jî, di hinek dosyayan de de ew dikare bi hêsanî hêza şîrovekirinê ya ku jê re hatiye hiştin bikar bîne û wiha got: “Em girîngiyek mezin didin berhevkirina delîlan ji ber ku di dozên ku we behs kirin de, me dît ku mekanîzmayên dadwerî çawa bi alîgiriya xwe ya exlaqî sûcdar parastin. Ger mekanîzmayek hebe ku bi vê hişmendiyê tevbigere, tu astengiyek tune ku sûcdar cezayê pêwîst werbigire. Lê pratîkek dadwerî ya bêçalak û parastina sûcdar heye ku dozan di nav bêçalaktiyê de dihêle. Heta ku malbat, parêzer û xizmên mexdûr gav neavêjin, ew doz bi rengek di nav bêçalaktiyê de dimînin, wekî di dozên Gulistan Doku û Îpek Er de. Her çend divê pergala dadwerî di rewşên wiha de bêyî ku kî têkildar be, zû tevbigere jî, em dibînin ku ew tenê dema ku nerazîbûna raya giştî çêdibe tevdigere. Lê di encama van darizandinan de, sûcdar cezayê ku heq dikin ji ber kêmkirina rewşa baş wernagirin ku ev yek çandeke bêcezatiyê nîşan dide. ”   ‘Dozgerên bêalî û dadgehên xwedî hişmend divê’   Gulan Çagin Kalelî, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser mekanîzmayên civakî û hiqûqî ya ku dê li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê raweste: “Pêwîstiya me bi dozgeran serbixe hene. Dema ku em vê dibêjin, dozger dikarin îdia bikin ku ew di bin tu bandorê de nînin. Lê ev di pratîkê de ne rast e. Ya duyemîn, divê şandeya dadgehê ya ku biryarê dide xwedî astek cidî ya hişmendiyê be. Şandeya dadgehê an mekanîzmayên dadwerî divê rê li ber rêxistinên civaka sivîl vekin da ku destwerdanê di dozan de bikin. Daxwazên destwerdanê yên ji derveyî Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî hema hema her gav têne redkirin. Pêdivî ye ku em rê li ber rêxistinên bêtir pispor û rêxistinkirî vekin da ku pir çalaktir beşdarî pêvajoyên dadwerî bibin.”     ‘Çend rêxistin mezin dibe şîdet kêm dibe’   Gulan Çagin Kalelî, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinan: “Divê jin li hember mekanîzmayên dewlet û dadweriyê yên berfireh xwe bêhêz hîs nekin. Di rewşek şîdetê de, medyaya ku bûyerê radigihîne, parêzerên ku li ser vê nûçeyê tevdigerin, malbatên ku ji vê yekîtiyê hêz digirin da ku sûcdar ceza bigirin û wêrekiya ku wan bînin ber dadgehê pir girîng in. Ev rêxistin her ku mezin bibe, şîdeta mêran dê ewqas kêm bibe. Ji ber vê yekê, heke rêxistinek were avakirin ku derfet û hawîrdorên ku jin dikarin xwe îfade bikin û xwe xurttir hîs bikin peyda bike, ez bawer dikim ku jiyan dê pir zûtir ji şîdetê were paqij kirin.”