Çalakiya li ber wezaretê di roja 5'an de didome 2026-11-21 14:04:26   ENQERE - Çalakiya rûniştinê ya ji bo dermankirin û berdana girtiyên nexweş a li ber Wezareta Dadê hat destpêkirin, 5 roj in didome. Parêzvanên mafên mirovan û xizmên girtiyan, xwestin ku ji bo aştiyê girtiyên nexweş bên berdan.    Çalakiya rûniştinê ya ji bo dermankirin û berdana girtiyên nexweş li ber Wezareta Dadê hat destpêkirin di roja 5'an de didome. Di çalakiyê de ku bi banga TUHAY-FED, DEM Partî, ÎHD û OHD'ê ve hat lidarxistin, banga bê şert û merc berdana girtiyên nexweş tê kirin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari ji bo hevgirtinê serdana çalakiya nobedê kir û bi minaseeta nobetê daxuyanî tê dayîn.    Berfirehiya nûçeyê tê...