‘Her keziyek nîşaneya serkeftinê ye’

  • 12:49 24 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Tirbespiyê diyar kir ku "Her keziyeke jinan sembola serkeftin û azadiyê ye”.
 
Kongra Star a bajarê Tirbespiyê li dijî sûcê çeteyekî hikumeta demkî yê birîna keziya şehîdeke Kurd, daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya Kongra Star bi beşdarbûna jinên endamên saziyên civaka sivîl, ji hêla endama Kongra Star Hediya Şemo ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew hovîtiya hikumeta demkî ya li hember jêkirina keziya şehîdeke Kurd şermezar dikin û hat gotin ku her keziyeke wan sembola berxwedanê ye. Di dewama daxuyaniyê de ku dîrok xwe dubare dike, li Şengalê hetanî Rojava li dijî şervanên jin ên azadiyê bê hurmetî tê kirin, lê em bera baş bizanin ku keziyên me nîşaneya serkeftinê ne, em ê bi keziyên xwe dawiya çeteyan bînin.
 
Di dawiya daxuyaniyê de dan zanîn heke wan keziyek jêkir, li şûna wê bi hezaran kezî hatin hûnandin.