Li Rihayê yek jê zarok 11 kes hatin girtin

  • 23:46 25 Çile 2026
  • Rojane
RIHA - Welatiyên li navçeyên Wêranşar û Pirsûsê yên Rihayê welatiyên ji ber çalakiyên ji bo Rojava hatibûn binçavkirin, yek jê zarok  11 kes hatin girtin.
 
Li navçeyên Wêranşar û Pirsûsê yên Rihayê di 21-22yê Çileyê de li dijî êrişên çeteyên giredayî DAIŞ, HTŞ, SMO û Tirkiyeyê li ser Rojava çalakiyên meşe hatibû li darxistin û gelek kes hatibûn binçavkirin. Kesên hatibûn binçavkirin piştî 4 rojan îro derxistin serdozgeriya Rihayê. Piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Sulhê ya 4emîn a Rihayê kir. Dadgeha Sulhê ya 4emîn a Rihayê derbarê 1 jê zarok û 7 kesên li navçeya Pirsûsê hatibûn binçavkirin de biryara girtinê da.
 
Dadgehê derbarê 3 jê zarok û 7 kesên li navçeya Wêranşar hatibûn binçavkirin de 3 zarok serbest berda û ji bo 4 kesan jî biryara girtinê da. Her wiha beriya niha jî Sevgî Talay ku pitika wê ya 3 mehî hebû û li navçeya Wêranşar hatibû binçavkirin de biryara girtina malê (Ev hapsi) dabû û dîsa derbarê Yakûp Kayrup ku li navçeya Wêranşar hatibû binçavkirin jî biryara girtinê dabû.
 
Hat hînbûn ku Ahmet Hasan, ⁠Muhammet Şeyh, ⁠Huseyîn Ahmet, Seruk Ato yên bi eslê xwe ji Rojavayê Kurdistanê ne û li Pirsûsê hatibûn binçavkirin li TEM a Cendermeyan a Rihayê tên girtin.