Berdevka PYD’ê: Berxwedan yekitiya gelê me xurt kir
- 10:21 26 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka PYD’ê Sema Bekdaş diyar kir ku gelê Rojava teslîmiyetê qebûl nake û têkoşîna wan li cîhanê belav bûye û got: “Ev berxwedan dê yekitiya gelê me xurtir bike.”
Berdevka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sema Bekdaş diyar kir ku êrişên li ser Rojava parçeyek ji plana navneteweyî ne û gel ji roja ewil ve bi biryardarî berxwedana xwe ya xweparastinê didomîne. Sema Bekdaş, bal kişand ku nêzî 6 mehan e êriş li ser herêmê didomin û wiha got: “Van êrişan li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destpê kirin. Ev êriş parçeyek ji pêvajoya guherîn û veguherînê ya li Rojhilata Navîn in. Li Sûriyê û Kurdistanê guherînên mezin çêdibin. Ev êriş berdewamiya plana li ser herêmê ne.”
Bi domdarî Sema Bekdaş diyar kir ku gel ji roja ewil ve heta niha berxwedana xwe didomîne û wiha axivî: “Hemû gelê me li hemû bajar û taxan berxwedana xweparastinê didomîne.” Sema Bekdaş bal kişand ser hemû eniyên şer ên ku şervan bi lehengî û fedakariya mezin tevdigerin û berxwedana ku li Rojava, Ewropa û her çar parçeyên Kurdistanê mezin dibe silav kir.
Di berdewamê de Sema Bekdaş got ku têkoşîna gelê Kurd a li dijî terora DAIŞ’ê ji bo mirovahiyê dîrok nivîsiye û ev tişt anî ziman: “Em vê berxwedana dîrokî ya sedsalê silav dikin. Berxwedana gelê me ya li dijî terora DAIŞ’ê ji bo mirovahiyê, ketiye nav rûpelên dîrokê.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Sema Bekdaş diyar kir ku şer çareseriyeke mayînde nayîne û ji ber ku pirsgirêkên siyasî nehatine çareserkirin, dixwazin di navbera herêman de fitne û nakokî bên çêkirin. Û got ku rêveberiya demkî ya Şamê salek e li Sûweyda, peravê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçebûnê gêş dike û gelê me li dijî vê helwesteke zelal nîşan daye.
Sema Bekdaşê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê me dixwaze destkeftiyên xwe biparêze. Gelê Rojava teslîmiyetê qebûl nake. Ji destpêka şoreşê ve gelê me berxwedaneke mezin nîşan da û destkeftiyên xwe parast. Têkoşîna gelê Kurd li cîhanê belav bûye û li Hesekê, Qamişlo û hemû bajaran gel teslîmiyetê red dike. Îro li Hesekê, Qamişlo û hemû bajaran gelê me teslîmiyetê qebûl nake. Bi vê berxwedanê gelê me yekitiya xwe xurt kir.”







