Gelê Cizîr û Kobanê parastina herêma xwe dewam dike

  • 11:05 28 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Kantonên Cizîr û Kobanê di çarçoveya seferberiya giştî de herêmên xwe diparêze. Li Kobanê ya dorpêçkirî madeyên bingehîn ên jiyanê, derman û xwarina pitikan kêm maye.
 
Gelê Kantonên Cizîr û Kobanê bi rêya komîteyên gel tax, gund û bajarokên xwe diparêze. Saziyên pêwendîdar koçberên ji Reqa, Tebqa, Dêrazor û Şehbayê bi cih dikin, bersivê didin pêwîstiyên wan. Di heman demê de alîkariya mirovî ya ji parçeyên din ên Kurdistanê hatine jî li gel belav dikin.
 
Dorpêça çeteyên dewleta Tirk a dagirker, HTŞ û DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê dewam dike. Ev rewş dibe sedem ku madeyên xurekê, derman û xwarina pitikan kêm bibe.
 
Li gel bangên ji bo rakirina dorpêçê jî çete êriş û dorpêça li bejahiya rojava û başûr a bajêr dewam dikin.
 
Li aliyê din, gelek ciwanên ku guh dan banga seferberiya giştî û ji parçeyên din ên Kurdistanê hatin Rojava, li eniyên pêş ên şer cih digirin. Ciwanên Kurdistanê bi biryar in ku parastina Rojava bikin.
 
Li navenda bajêr liv û tevgera ji bo dabînkirina pêwîstiyên rojane yên gel dewam dike.