Li Sêwregê êrişên li ser Rojava tên şermezarkirin
- 13:04 28 Çile 2026
- Rojane
RIHA - Êrîşên HTŞ-DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Sêwregê bi meşekê tên şermezarkirin.
Meşa li navçeya Sêwrega Rihayê, ku ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve hatiye organîzekirin, êrîşên HTŞ-DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên şermezarkirin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî beşdarî meşê bû.
Girseya ku li Parka Kanlikuyu ya li navenda bajêr kom bû, bi pankarta bi nivîsa "Rojava berxwedan, wijdan, azadî ye" ber bi ofîsa navçeya Sêwregê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve dimeşe.
Agahiyên bêtir dê piştre werin dayîn…







