Ebexî ji bo Rojava meşiyan

  • 13:07 28 Çile 2026
  • Rojane
WAN - Li Ebexê, bi beşdariya bi sedan kesan meş û civîna çapemeniyê li dijî êrîşên li ser Rojava hatin lidarxistin.
 
Li navçeya Ebexê ya Wanê, di bin pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) de meş û civîna çapemeniyê li dijî êrîşên li ser Rojava - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji aliyê HTŞ, DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ve hatin lidarxistin.
 
Meşa ji ber rêxistina navçeya Ebexê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dest pê kir. Di meşê de pankartek bi nivîsa "Rojava xeta me ya sor e" hate vekirin û gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava" û "Yek, yek, yek, gelê Kurd yek e" hatin qêrîn.
 
Meş heta xaçerêya Banka Ziraatê berdewam kir. Piştre çalakvan vegeriya Avahiya Navçeya Ebexê ya DEM Partiyê û li wir civîna çapemeniyê hate lidarxistin.
 
'Rojava xeta me ya sor e'
 
Hevseroka DBP'ê ya Wanê, Gonul Uzunay got, "Di 27'ê Sibatê de, pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' bi banga Abdullah Ocalan dest pê kir. Lê îro, Tirkiye ji Şara re dibêje 'birayê min'. Em bang li Tirkiyeyê dikin; bila pêşî birayê te Kurd be. Ger em ê bi hev re aştiyê bikin, divê hûn jî Kurdên li Rojava nas bikin. Siyaseta ku li Rojava were meşandin divê ji bo xwişk û biratiya gelan û Sûriyeyek demokratîk be. Piştgiriya gelê Rojava bikin, sînoran vekin. Rojava xeta me ya sor e. Parastina destkeftiyên Kurdan parastina rûmeta mirovan e."
 
Di dawiyê de, Gonul Uzunay banga beşdarbûna meşa ku sibê saet 13:00'an de li ber Navenda Kirînê ya Wanê tê lidarxistin kir.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.