Zehra Xelef: Pêwistiya lezgîn bi derman heye

  • 10:32 29 Çile 2026
  • Rojane
Jiyan Gencan
 
QAMIŞLO - Endama Heyva Sor a Kurd Zehra Xelef, bal kişand ser rewşa koçberiyê ya li Rojava û got, "Ji ber êrîşên li ser Rojava 200 hezar kes ji cîh û warên xwe koçber bûn. Di rêwitiya koçberiyê de herî zêde zarok bi bandor bûn jiyana xwe ji dest dan. Niha herî zêde hem jî bo kesên temen mezin û hem jî ji bo zarokan bi lezgînî pêwîstiya me bi dermanan heye."
 
Di 6'ê Çileyê de komên cîhadîst ên girêdayî rêveberiya demkî ya Şamê taxên Şêx Maqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dorpêç kin û êrîş da destpêkirin. Di wan êrîşan de bi çekên giran gel hat topbarankirîn û li vê deverê komkujî pêk hat. Piştre di 16'ê Çileyê de jî li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriye û Rojava êrîş hat destpêkirin û ev êrîş û dorpêç hîn didomin. Di çarçoveya van êrîşan de nêzî 200 hezar kes koçber bûn û berê xwe dan bajarê Rojava yê wekî Qamişlo û bajarên herama Cizirê.
 
 Derbarê êrîş û dorpêçê û koçberiya ku derket holê Endama Heyva Sor a Kurd ji ajansa me re rewşa dawî nirxand.
 
'Herî zêde zarok û kesên temen mezin bi bandor bûn'
 
Zehra Xelef diyar kir ku ji destpêka şer de ew li ser esasê rewşa lezgîn tevgeriyane û wiha got: " Jiber êrîşên çeteyên cîhadîst gelê me di rewşeke ne baş re derbas dibe. Em wekî Heyva Sor a Kurd destpêkê bi rewşa wan ya tendurîstî û pêwîstiyên jiyanî re mijul bûn. Ji ber rewşa hewayê ya zivistanê zarok neyînî bi bandor bûn. Rewşa jin û mêrên temen mezin jî bi qasî ya zarokan nebaş bû, ji ber temenê xwe yê mezin nikarin xwe û tenduristiya xwe biparêzin." 
 
'Me xwest ku em bi koçberan re bibin alîkar'
 
Zehra Xelef anî ziman ku ji deme êrîşan de di rewşa awarte de ne û ew yek anî ziman: " Wekî Heyva Sor a Kurd ji bo ku lê bimînin me ji bo koçberan dibistan û camî amade kirin û dermankirina koçberan da despêkirin. Me li hemû deverên ku koçber hatin bicîhkirin xwest bibin alîkar. Di wê rêwitiya koçberiya zahmet de zarok gelek cemidîn. Ji bo derbaskirina rewşê wekî Heyva Sor a Kurd em bi îmkanên di dest xwe de bûn alîkar. Lê pêwîstî bi malzemeyên germbûn û  paqijiyê  heye."
 
'Pêwistî bi şîr ji bo zarokan û bi dermanan heye'
 
Zehra Xelef anî ziman ew di rewşek zahmet re derbas dibin û got: " Wekî Heyva Sor a Kurd em di rewşa şer re derbas dibin û pêwîstiya me bi gelek alavan heye. Pêwîstiya zarokan bi lezgînî bi şîr heye, rewşa ku zarok tê de ne ne rewşke normal e û ev bandorê li ser hemû kesên xwedî wicdan dike. Niha di rewşa ku em tê de ne ji bo mezinan jî bi lezgînî dermanê şekir, tansiyon û ji bo kesên serma digirin pêwistî gelek zêde bi dermanan heye.  Ji ber ku wekî Heyva Sor a Kurd dermanê di deste me de gelek kêm e û hejmara koçberan jî zedeye."
 
'Zarokan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan'
 
Zehra Xelef li ser rewşa bajarê Kobanê ku di nava dorpêçê de ye jî ev nirxandin kir: "  Bajarê Kobanê di nava dorpêçek giran de ye, berî bi çend rojan ji ber sermayê 5 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Ew keraseteke mirovî ye. Divê her kes deng û qêrîna Kobanê bibihîze û bibine. Di rewşa niha de ji bo Kobanê pêdiivî bi hemû cureyê dermanan heye. Divê her kes ji bo Kobanê têkeve nava seferberiyê de."
 
'Divê di serî de gelê Kurd seferber bibe'
 
Zehra Xelef di serî de bang  gele kurd yê li kurdistan û dervî welat, gelên cîhanê kir û got: " Hemû kesên ku dengê me dibihîze pêwîste bi gelê me re bibe alîkar, divê ji bo rewşa lezgîn dermanan bişînin. Divê gelê me yê li derve û çar aliyên Kurdistanê ji bo Rojava têkevin nava tevgerê."
 
Ji bo bijîşkan bang
 
Zehra Xelef bang li bijîşkan kir ku ew jî werin Rojava û bi Heyva Sor a Kurd re bibin alîkar û wiha dawî li axaftinên xwe anî: " Ez bang li hemû bijîşkan dikim ku werin û bîrînên gelê me derman bikin. Werin qerîna me û gelê me bibhîzin. Em dixwaz dikin ku hemû kes bi banga me re tevlî seferberê bibe."