Binçavkirina hevşaredaran hat şermezarkirin

  • 13:24 29 Çile 2026
  • Rojane
MÛŞ - Binçavkirina hevşaredarên Mûşê bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin parastina Rojava ne sûc e. 
 
Duh, hevserok Gulistan Ozel û Ahmet Kenan Turker, ku bi hinceta lêpirsîna ku ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Malazgirê ve bi tohmeta "propagandaya rêxistinê" hatibû vekirin, hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên xwe yên li qereqola polîsan hatin berdan. Endamên platformê li avahiyê serdana hevserokan kirin û dû re li ber avahiya Şaredariyê civîna çapemeniyê li dar xistin.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin parastina Rojava ne sûc e. 
 
Daxuyanî bi dirûşmên, "Rojava rûmet e, rûmeta gelê Kurd e" û "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.