Li Lefkoşayê ji bo Rojava mitîng
- 21:18 29 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Kurd û dostên wan, êrişên dewleta Tirk û çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser Rojava, li Lefkoşayê protesto kirin. Di mîtînga ku partiyên AKEL û Keskan jî beşdar bûn de, Yekîtiya Ewropayê (YE) û civaka navneteweyî ji ber bêdengiya wan hatin rexnekirin.
Gelê kurd û dostên wan, ji bo şermezarkirina êrişên ku dewleta Tirk û komên cîhadî bi hev re li ser Rojava dimeşînin, li paytexta Qibrisê, Lefkoşayê hatin cem hev. Di mîtînga ku li Meydana Azadiyê hate lidarxistin de, Partiya Keskan a Qibrisê, Partiya AKEL, gelek rêxistinên civakî, rêxistinên ciwanan û nûnerên çapemeniya herêmî û navneteweyî amade bûn.
Qada mîtîngê bi alên YPG û YPJ’ê hate xemlandin û pankartên bi mijara "sê meymûn" ku bêdengiya YE, DYA û Îngilistanê ya li hemberî Colanî û Erdogan rexne dikirin, hatin hildan. Di çalakiyê de ku jinan bi girseyî beşdar bûn, maketên zarokên mirî yên ku zarokên Kurd ji bo balê bikşînin ser zarokên li Rojava hatine qetilkirin hilgirtibûn, bûn sedema kêliyên bi hestiyar.
Di mîtîngê de axaftina yekemîn parlamenter û berdevkê koma Partiya AKEL’ê Giorgos Koukoumas kir. Koukoumas di axaftina xwe de wiha got: “Em li cem we ne. Em bang li civaka navneteweyî û Yekîtiya Ewropayê dikin ku tenê bi şermezarkirinê nemînin û fînansekirina YE ya ji bo bi navê hikumeta demkî ya Sûriyeyê demildest rawestînin. Em piştevaniya xwe ya bi gelê kurd re diyar dikin; ji ber ku yên di bin navê mirovahiyê de li dijî pêkhateya kujer a DAÎŞ’ê têkoşîneke xurt meşandin kurd bûn û divê em vê yekê her tim bi bîr bînin. Em li bendê ne ku Meclîsa Qibrisê îro biryarekê bi yekdengî qebûl bike ku êrîşên li ser Rojava û kurdan şermezar dike.
Li ser navê AKEL’ê, em piştgiriya xwe ya bê şert û merc bi hemû gelê Kurd re ku niha ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve bi êrîşên kujer ên komî re rû bi rû ne, radigihînin. Em komkujiyên li dijî gelê Kurd, civakên olî û neteweyî yên din û hêzên demokratîk ên li Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin. Ev tablo civaka navneteweyî rûreş dike. Piştî mudaxileyên Tirkiye, Îsraîl û DYA’yê, Sûriye di destê rejîmeke kujer de hatiye hiştin. Ev kujerên cîhadî ne ku rûyê xwe kur kirine, kincên xwe guherandine û wekî ‘hikumeta Sûriyeyê’ hatine ragihandin.”
Piştre berdevka Partiya Keskan Elena Limbouri-Kozakou axivî û wiha got: “Niha li Rojava li dijî gelekî ku li dijî DAÎŞ’ê şer kir û ji bo têkoşîna li dijî terorê pêdiviya Ewropa û Amerîkayê bi piştgiriya wî hebû, qirkirinek tê meşandin. Îro ev gel li ber rehma hêzên qirkirinê yên bi rejîma Tirkiyeyê re hevkar in, hatine hiştin. Ev rewş ji bo me nayê qebûlkirin.
Em bang li hikumeta Kîprosê ya ku Serokatiya Demî ya Konseya YE’yê dimeşîne dikin ku vê mijarê bixe rojeva saziyên Ewropayê. Yekîtiya Ewropayê nikare çavên xwe li vê qirkirinê bigire. Tevgera Ekologan–Hevkariya Hemwelatiyan, heta ku dadwerî pêk were wê piştevaniya xwe ya bi gelê kurd re bidomîne.”
Piştî axaftinan, girse di kolanên herî qelebalix yên Lefkoşayê de dest bi meşê kir û heta deriyê sînor ê li herêma tampon ku li ser axa Qibrisê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, meşiyan. Di dema meşê de bi caran sloganên “Erdoganê Faşîst”, “Colaniyê Terorîst”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG YPJ”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
Li vir ji aliyê şandeya kurd ve dosyeyek pêşkêşî Ofîsa Nûneratiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Qibrisê hate kirin. Piştre bi xwendina teksta çapemeniyê ya bi zimanê Îngilîzî li ser navê PYD Qibrisê, çalakî bi dawî bû.







