Li Bîelefeldê ji bo Rojava meş

  • 21:37 29 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Bi banga TJK-E’yê re jin li Bîelefeldê hatin gel hev û tevî barîna berfê li dijî êrîşên li ser Rojava meşiyan û peyama piştevaniyê dan.
 
Li bajarê Bîelefeld a Almanyayê bi banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E)  li dijî êrîşên li ser Rojava meş pêk hat. Jinên Kurd û jinên Alman tevli çalakiyê bûn û tevî barîna berfê jî biryarbûna piştevaniyê derket pêş.
 
 Çalakî bi sirûda ‘Ey Reqîb’ dest pê kir. Piştre jin bi meşê het aber avahiya şaredariyê ya Hauptbahnhof a Bîelefeldê meşiyan. Jinan seransreê meşê balkişandin ser berxwedana jinan a li Rojava û her wiha êrîşên li esr mafê jiyana jinan.
 
Balkişandin ser piştevaniya bi Rojava re
 
Jinan di çalakiyê de diyar kirin ku ew li dijî êrîşên li ser Rojava bêdeng namînin û wê li dora têkoşîna jinan piştevaniya xwe mezin bikin.