‘Bêdengî hevkariya sûc e’

  • 09:07 1 Sibat 2026
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
WAN - Rêvebera MEÇHAD’ê psîkolog Arya Yîgît der barê zarokên di êrîşên li ser Rojava de jiyana xwe ji dest dane axivî û got: “Mafê gelekî yê ku qedera xwe bi xwe tayîn bike ji dest tên girtin û bedela vê jî zarok didin. Li dijî mirinê bêdengî hevkariya sûc e.”
 
Li dijî êrîşên HTŞ, DAIŞ û çeteyên girêdayê Tirkiyeyê yên li ser Rojava, li her çar alî Kurdistan û Ewropayê berxwedan her diçe mezin dibe. Li aliyê din jî  di encama êrîşan de krîza mirovahî mezind ibe. Yên herî zêde bi bandor dibin zarokin. Di seranserê êrîşan de 5 zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan û gelek zarok jî di êrîşan de hatin qetilkirin.
 
Rêvebera Komeleya Mafê Çapemenî û Zarokan (MEÇHAD) a di Tora Piştevaniya Mafê Zarokan a Wanê de cih digire, psîkolog Arya Yîgît der barê mijarê de axivî.
 
‘Zarok encama ambaroyê de mirin’
 
Arya Yîgît  da zanîn ku  êrîşên li Rojava herî zêde bandorê li jin û zarokan dikin û got: “Rojava ku bi salane xwe bi rêve dibe, xwe dispêre meclîsên gel û azadiya jinan û pirnasamebûnê esas digire, alternatîfeke li dijî pergala yekparêz û mîlîtarîst e.  Ji ber vê yekê ye ku îro Rojava di bin dagirkirinê de ye. Di rojên borî de 5 zarok ji sermayê mirin. Ji ber ambargoya hatiye danîn zarok dimirin. Ev mirin ne qederin û mirin ne sûcê şerên hewayê ye jî. Ji roja şer hatiye destpêkirin ewlehiya zarokan ji dest hatiye girtin. Mafê jiyana wan ji dest tên girtin. Ev zarok di riyên koçberiyê de winda dibin, bi travmayan mezin dibin.”
 
‘Qetilkirina zarokan rewa dikin’
 
Arya Yîgît destnîşan kir ku zarok jî tên terorîzekirin û mirina wan rewa dikin û ev tişt anî ziman: “SEdema vê jî zîhniyeta yekparêze. Mafê gelekî ya ku qedera xwe bi xwe tayîn bikin ji dest tên girtin û bedela vê jî zarok didin. Li dijî mirinê bêdengî hevkariya sûc e. Rojava xwedî bingeheke pir nasnameyî, azadixwaz e. Lê niha ji ber şer mafê jiyanê ji dest tê giritn. Li dijî mirinên zarokan bêdengî heye. Ev bêdengî jî dijminahiya li hember Kurdan ava dike. Niha ji bo zarokan tu peyman pêk nayê. Yek ji mafê herî esas yên zarokan starbûne. Lê niha li Kobanê ne mafê starbûn, ne cil û berg, ne xwedîbûnê heye. Peymanên zarokan yên li cîhanê li vir ne derbasdarin.”
 
‘Zarokên Kurd wek tiştekî nayên dîtin’
 
Arya Yîgît got di rojên borî de wek Tora Piştevaniya Mafê Zarokan a Wanê daxwaz kirine ku korîdoreke mirovahî bê vekirin û wiha dawî lê anî:” Zarok li her derê zarokin.  Divê ev rêgez neyê jibîrkirinê. Lê mixabin zarokên Kurd tiştek nayên hesibandin. Niha di bin dagirkirinê de ne û ne xwedî tu hewcedariyê ne. Divê pêşî li vê bê girtin û korîdora mirovahî gelek girînge. Divê bê vekirin û peyman demildest pêk bên. Bêdengî hevkariya sûc e. Divê tu kes li dijî vê vê hovîtiyê bêdeng nemîne.”